YPG benda kontrolê ya Sirîn ji destê komên çekdar derxist

YPG benda kontrolê ya Sirîn ji destê komên çekdar derxist

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) benda kontrolê ya nêzî bajaroka Sirînê li ser riya Kobanê ji destê komên çekdar rizgar kir.

Çavkaniyekî ji YPG᾿ê  diyar kir ku, benda kontrolê ya Sirînê ku dikeve 30 kîlometrî başûrî bajarê Kobanê ji destê komên çekdar rizgar kir.

Li gorî heman çavkanî komeke çekdar ku xwe li ser Artêşa Azad hesab dike beriya niha bi demekê bendeke kontrolê li nêzî bajaroka Sirîn a li ser riya bajarê Kobanê danîn û xerac ji welatiyan distandin û astengî ji welatiyan re derdixistin. Li ser daxwaza şêniyên herêmê YPG’ê koma çekdar agahdar kir ku benda kontrolê ji wir rabikin, lê koma çekdar şûna ku benda kontrolê rabike êrîşên xwe li ser welatiyan zêde kir û herî dawî êrîşî xwe birin ser bendê kontrolê ya YPG᾿ê. Şervanên YPG᾿ê bersiva êrîşên koma çekdar da û benda kontrolê bi temamî ji destê komên çekdar rezgar kirin.