YPG: 16 çete hatin kuştin

YPG: 16 çete hatin kuştin

Şervanên YPG/YPJ’ê yên tevayî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê vala derxistin, darbeyên giran li çeteyan didin. Di şer û pevçûnên roja 77. de 16 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandina YPG’ê, diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di roja 77. de didomin. Hat ragihandin ku şervanên YPG/YPJ’ê yên tevayî êrîşên çeteyan vala derxistin bi çalakî û dij êrîşan darbeyên giran li çeteyan didin.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got, “Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 77'an de dewam dike. Şervanên me YPG/YPJ hemû êrîşên komên çeteyan têk dibin û bi çalakiyên xwe derbên giran li wan didin.

Duh bi şev hêzên me li eniya rojhilat li herêma Sukul Hal êrîşek pêk anîn. Êrîş li dijî hin nuqteyên çeteyan dagir kiribû pêk hat û 4 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.

Li eniya başûr-rojhilat li derdora navenda çand û hunerê komên çete xwestin êrîş bikin, lê li vê derê derbên giran xwarin. Koma çeteyan ku ji 5 kesan pêk dihat, xwestin li avahiyên herêmê mayinan bicih bikin, lê ji aliyê şervanên me hatin dorpêçkirin û îmhakirin. Cenazeyên 5 çeteyan, tevî 4 keleş, 32 şarjorên keleşan, 4 rext û 3 mayinên destan hatin desteserkirin.”

LI BAŞÛRÊ BAJÊR TAM SERWERÎ

YPG’ê got ku hêzên wan li başûrê bajêr cihên hêzên wan serweriya xwe didomînin û wiha dewam kir, “Li ser rêya Helebê duh bi şev di navbera hêzên me û komên çete de şer qewimî. Di vî şerê dem kurt de 4 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. Li vê eniyê herêma nexweşxaneyê ku beriya bi rojekê hatibû rizgarkirin, komên çeteyan amadekariya êrîşekê dikirin, lê ji aliyê hêzên me derbên giran li wan hatin xistin. Li vê derê 3 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.”