YNK jî tevlî kampanya azadî ji bo Ocalan bû
YNK jî tevlî kampanya azadî ji bo Ocalan bû
YNK jî tevlî kampanya azadî ji bo Ocalan bû
Endamên polîtburo yên Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) beşdarî kampanya îmzeyan a ji bo azadiy Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû.
Kampanya îmzeyan a meha Gulanê li Herêma Federal a Kurdistanê bi navê "Ji bo azadiy Ocalan 5 mîlyon îmze" destpê kir, bi beşdariya Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) dewam dike. Heyetek ji Însiyatîfa Kampanya Îmzeyan a ji bo Azadiya Ocalan Kawa Nadir Kadir û Serdar Star, çûn serdana endamên polîtburo ya YNK'ê û Berprisyariyê YNK'ê yê Hewlêrê Sadî Ehnmed Pîro.
Endamê polîtburo yê YNK'ê Pîro di dema serdanê de kêfxweşiya xwe ya ji ber destpêkirina kampanya ji bo azadiya Ocalan û serdana heyeta Însiyatîfê anî ziman û destnîşan kir ku, şervanekî girîng ê gelê Kurd Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd weke pirsgirêkeke siyasî dibîne. Pîro bal kişand ser pêvajoya çareseriyê jî û got, "Herkes dizane, eger Birêz Ocalan azad bibe, wê bandoreke erênî li pêvajoyê bike." Pîro her weha kêfxweşiya xwe ya ji ber tevlêbûna gelê Hewlêrê li kampanyayê anî ziman.
Hat ragihandin, heyeta Însiyatîfê wekî din ji Alîkarê Serokê Herêma Kurdistana Federal û Alîkarê sereke yê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Kosret Resûl daxwaza hevdîtinê kiriye.