Yemen dibe ku bibe sedema şerê Tehran û Riyadê
Mudaxeleya koalîsyona Ereban a bi pêşengiya Siûdiyê gumana şerê navxweyî û herêmî zêde kir. Rîska şer a li welêt li gel vê mudaxeleyê zêdetir bû.
Mudaxeleya koalîsyona Ereban a bi pêşengiya Siûdiyê gumana şerê navxweyî û herêmî zêde kir. Rîska şer a li welêt li gel vê mudaxeleyê zêdetir bû.
Mudaxeleya koalîsyona Ereban a bi pêşengiya Siûdiyê gumana şerê navxweyî û herêmî zêde kir. Rîska şer a li welêt li gel vê mudaxeleyê zêdetir bû.
Piştî ku Hûsî ketin paytext Sanayê, hêzên girêdayî Serokdewlet Abd Rabbo Mansur Hadi reviyan Adenê û ew der kirin paytext. Piştî ku Hûsî nêzîkî Adenê bûn, Serokdewletê Yemenê banga mudaxeleyê kir û Siûdiyan dest bi êrîşan kirin. Piştî ku êrîş destpê kirin, Serokdewletê Yemenê çû Riyadê.
Hêzên Hûsî nikarin pêşî li milîsên Hûsî bigirin. Piştî hêzên Hûsî ber bi rojavayê başûrê welêt ve çûn, Kendava Bab el Mandeb a li ser coya Suwêşê ya ku ji bo bazirganiya cîhanî xwedî cihekî gelekî girîng e, ket xeteriyê. Tê îdîakirin ku piştî pêşketina Hûsiyan Îran heye û dixwaze li gel vê yekê vê kendava stratejîk bixe bin kontrola xwe.
Ji ber zêdebûna krîza li welêt, êdî derbe li îhtîmala diyalogê jî ketiye. Gumana sereke ew e ku di navbera rêveberiyên Tehran û Riyadê de şerek destpê bike û dibe Yemen bibe qada şer a di navbera her du welatan de.
Tehran nerazîbûnek tund nîşanî êrîşê da û weke “mudaxeleyeke xeter” bi nav kir û da znaîn ku li pişt vê yekê DYA heye. Lê heta niha Îran bi awayekî aktîf tevlî şer nebûye.
Berdevkê koalîsyona bi pêşengiya Siûdiyê da zanîn ku operasyona “Bahoza Biryardariyê” bi awayekî serketî berdewam dike û wê heta dawiyê didome. Berdevk da zanîn ku heta niha projeya tevgera bejahî tine ye, lê ger pêwîst bike ew ji vê re jî amade ne.
Rêberê Hûsiyan Ebdul Melîk el Hûsî vê mudaxeleyê weke “dagirkerî” bi nav kir û bang kir ku wê Yemenî li hemberî van êrîşan bê deng nemînin.
Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî êrîşa leşkerî şermezar kir û da zanîn ku wê pevçûn berfirehtir bibin.
Ev mudaxeleya li hemberî Yemenê di demek de Îran û DYA mûzakereyên bernameya nukleerê dimeşandin, pêk hat. Amerîkayî bi awayekî yekser tevlî operasyonê bûn, lê destek dikin.
Qesra Spî got ku ew ji kiryarên Îranê yên li Yemenê bi guman in û da zanîn ku li gorî agahiyên di destê wan de ne Îran çekan dibe vî welatî.
Sekreterê Giştî yê NY’yê Ban Kî-Moon da zanîn ku tenê rêyek a çareseriya vê krîzê heye û îşaret bi hevdîtinan kir. Yekîtiya Ewropayê (YE) jî da zanîn ku guman heye ku rê li ber krîzên dijwar ên herêmî veke.