Yekîtiya Star: Hikumeta Başûr piştgiriya yekalî dike
Yekîtiya Star: Hikumeta Başûr piştgiriya yekalî dike
Yekîtiya Star: Hikumeta Başûr piştgiriya yekalî dike
Di derbarê bi cih bûna Pêşmergan li ser sînorê Rojavayê Kurdistan Koordînasyona Yekîtiya Star daxuyaniyek da.
Koordînasyona Yekîtiya Star di derbarê bicihbûna hêzên Pêşmergan li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand û diyarkirin ku, girtina deriyê sînorê Sêmalka û bicihbûna hêzên Pêşmergan li seranserî sînorê Rojava ne di cihê xwe de ye û piştgiriya yekalî dike û armanca vê yek têkbirina vîna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye. Di daxuyaniyê de ji Hikumeta Herêma Kurdistanê hate xwestin ku, li helwesta xwe vegere û bi aramî nêzîk bibe, herwiha nêrînên xwe baş eşkere bike.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di dema ku pêdiviya gelê me bi yekîtiyê zêde dibe ji bo li hember hemû pilanên ku dixwazin vîna Kurdan bişkînin derkeve û em dibînin ku hin aliyên Kurdan li Rojava dixwazin tevliheviyekê di navbera hêzên Kurdistanî de derbixin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, “Di encama koma ku bi awayekî nerewa ji Başûrê Kurdistanê derbazî Rojava bibû ji aliyê hêza Asayîşa herêma Dêrikê ve lêpirsîn ji wan hate kirin. Li aliyê din Hikumetaa Herêma Başûr bersiveke bê berpirsyarî da û hêzên Pêşmergan li ser sînor belav kirin û deriyê sînor ji aliyê wan ve hate girtin. Ev kiryar tê wateya ku Hikumeta Başûr piştgiriya yekalî dike û dixwaze vîna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê pûç bike.”
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek Yekîtiya Star vê siyaseta Hikumeta Başûr şermezar dikin û em ji wan dipirsin van hêzên Pêşmergan dê li hember kê şer bikin?.”
Di dawiya daxuyaniya Yekîtiya Star de hate gotin: “Em bang hemû aliyan dikin ku ji tevlîheviyê haydar bin û em bang li Hikumeta Başûr dikin ku ji helwesta xwe vegere û bi aramî nêzîk bibe û nêrînên xwe baş eşkere bike.”