YBŞ’ê Cejna Şêşims pîroz kir

YBŞ’ê Cejna Şêşims pîroz kir

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) cejna Şêşims a gelê Êzidî pîroz kir.

Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Şêşims a Êzidiyan pîroz kir. YBŞ’ê da zanîn ku heta gelê Êzidî azad nebe ew ê têkoşîna xwe ya ji bo azadî û xweseriya gelê Êzidî bidomînin. YBŞ’ê bang li hemû ciwanên Êzidî kir ku tevlî Yekîneyên Berxwedana Şengalê bibin.

YBŞ’ê diyar kir ku cejneke din jî di nava berxwedanê de derbas bû û got: “Em soz didin gelê xwe ku em ê di cejneke din a li pêşiya me de cejnên xwe bi awayekî azad pîroz bikin û em ê berxwedana xwe ya ji bo azadiyê bidomînin.”

Di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya bawerî, nasname û çandan a ji bo gelan û diyar kir ku gelê Êzidî di warê dîrokî û çandê de temsîla gelê Kurd dikin. YBŞ’ê diyar kir ku gelê Êzidî li hemberî hemû êrîş û fermanan karîne li dijî qirkirina çandî û baweriyê xwe biparêzin. YBŞ’ê got: “Heta roja me ya îro 72 ferman pêk hatin. Ya herî dawî komkujiya çeteyên DAIŞ’ê roja 3’ê Tebaxê pêk hat bû. Gerlê me yê Êzîdî weke her demê stûyê xwe li ber vê êrîşê xwar nekir û berxwedaneke mezin nîşan da. Li gel hemû êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke mezin û mînak hatiye nîşan dan.”

YBŞ’ê da zanîn ku heta gelê Êzidî azad nebe ew ê têkoşîna xwe ya ji bo azadî û xweseriya gelê Êzidî bidomînin. YBŞ’ê bang li hemû ciwanên Êzidî kir ku tevlî Yekîneyên Berxwedana Şengalê bibin.