Xwendekarên Zanîngeha Herranê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin

Xwendekarên Zanîngeha Herranê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin

Bi sedan xwendekarên Zanîngeha Herranê, bi meşekê 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin.

Bi pêşengiya Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Herranê (HODER), bi sedan xwendekar li Kampusa Osmanbey li hev kombûn û bi meşekê cejna zimanê Kurdî pîroz kirin. Xwendekaran pankarta bi nivîsa "Ciwan hêzên parastina ziman in" vekirin û dowîzên bi nivîsa "Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî", "Bi Kurdî bifikire, bi Kurdî biaxife" û "Dar li ser koka xwe, mîrov li ser zimanê xwe şîn dibe" hildan. Xwendekaran di çalakiyê de dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe", "Be serok jiyan nabe" û "Bijî serok Apo" qêriyan û govend gerandin. Dûre bi awayekî temsîlkar dersa zimanê Kurdî hat dayîn û piştre ciwan ber bi Fakulteya Fen Wêje ve meşiyan.

Xwendekaran li ber fakulteyê deqeyek rêz girtin û li vê derê li ser navê xwendekaran Firat Dogan daxuyaniyek da. Dogan diyar kir ku, li dijî êrişên li hemberî gel û nirxên wan, ewê di rewşa parastina rewa de bin. Dogan destnîşan kir, ku ziman hebûn û xwe-nasîna gelekî ye û got, "Parastina ziman, mafekî rewa ye. Em weke xwendekar, xwe ji vê rewşê berpirsyar dibînin. Mejî û pêşengê civakê ciwan in. Heta ku dewleta Tirk zimanê me nas bike û bike zimanê perwerdeyê, emê têkoşîna xwe dewam bikin. Ciwan hêza parastina ziman e."