Xwendekarên Kurd li Qersê li êrişa nijadperestan rast hatin
Xwendekarên Kurd li Qersê li êrişa nijadperestan rast hatin
Xwendekarên Kurd li Qersê li êrişa nijadperestan rast hatin
Êrişên nijadperestan ên li hemberî xwendekarên Kurd her dewam in. Li Qersê di encama êrişa nijadperestan de xwendekarekî Kurd bi kêrê birîndar bû û xwendekarê din ê li êrişê rast hat jî, ji aliyê polêsan ve hat binçavkirin.
Hat hînbûn îro ber destê sibê saet di 02.00’an de li taxa Faîkbey a Qersê komeke nijadperest bi çek û kêra êrişî xwendekarên Kurd kirin. Ji ber êrişa nijadperestan xwendekarê Kurd Elî Ercîş bi derbeya kêrê ji lingê xwe birîndar bû. Xwendekar Emrah Ataç ê rastî êrişa nijadperestan hat jî, di ser de ji aliyê polêsan ve hat binçavkirin.
Piştî ku êriş hat bihîstin, xwendekarên Kurd li sûka navenda bajêr li hev kom bûn. Lê polêsan careke din dest li xwendekaran werdan û ji bo belavbûna wan gule li hewayê reşandin. Piştî demekê xwendekar belav bû, lê tengezariya li bajêr dewam dike.
Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku xwendekar Elî Ercîş li Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê tê dermankirin.