Xwendekarên DU qetilkirina Ozdel şermezar kirin
Xwendekarên DU qetilkirina Ozdel şermezar kirin
Xwendekarên DU qetilkirina Ozdel şermezar kirin
Xwendekarên li Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcle dixwînin, têkildarî qetilkirina Rojhat Ozdel ê li Geverê ji aliyê polîsan ve û êrîşên li Boluyê li hember xwendekarên Kurd daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Di daxuyaniya ku li ber Fakulteya Perwerdeyê ya Ziya Gokalp a Zanîngeha Dîcle de endamên Meclîsa Jinan a Azad, Komeleya Xwendekarên Azad a Zanîngeha Dîcle (DUO-DER) û gelek xwendekar beşdar bûn.
Xwendekarên li ber Fakulteya Zanîgehê kom bûn, qetilkirina ciwanê bi navê Rojhat Ozdel ê li Geverê ji aliyê polîsan ve û êrîşên li Boluyê li hember xwendekarên Kurd şermezar kirin.
Daxuyanî li ser navê Komê ji aliyê endama Meclîsa Jinan a Azad a Viyan Amed, Tugçe Ozsoy ve hat dayîn. Ozsoy diyar kir ku wê timî têkoşîna wan bidome û got, "Em radigihînin her kesî. Her wiha li rojava jî gelek xwişk û birayên me yên Kurd tên binçavkirin û girtin. Niha 600 xwendekar di bin çavan de ne. Em şopdarên wan e. Em hevalên xwe bi tenê nahêlin.”
Piştî daxuyaniyê kom bi awayekî bêdeng belav bû.