Xwendekaran li sînorê Kobanê Erdem bibîr anîn

Xwendekaran li sînorê Kobanê Erdem bibîr anîn


Xwendekarên endamên DEM-YOM'ê ne û tevlî nobeta berxwedanê ya li sînorê Kobanê bûn xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem di 5'emîn salvegera qetilkirinê de bi bîr anîn. Xwenedakarn diyar kirin ew ê li hemû qadên ku lê ne dê bi ruhê YPG û YPJ'ê têkoşînê xurtir bikin.

 

Xwendakarên ku endamên Meclîsa Xwendekarên Welatparêz û Demokratîk (DEM-YOM)ên ji zanîngehên Êlih, Çewlik, Çukurovayê ne li gundê Mehserê bi daxuyaniyeke xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem di 5'emîn salvegera qetilkirinê de bi bîr anîn. Xwendekarên ku bi keviran ve "Aydir Erdem nemir e" nivîsandin û pankarta "Dê Aydin hesabên Şerzanan bipirsin" û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê vekirin. Di daxuyaniya ku xwendekaran bênavber dirûşmên "Şehîd namirin" "Âydir Erdem bêmirin e" berz kirin de li ser navê xwendekaran, xwendekarê Zanîngeha Çukurovayê Mîkaîl Çaliş daxuyanî da.

 

Çaliş anî ziman ku ew di salvegera 5'emîn a qetilkirinê de careke din Aydin Erdem bibîr tînin û Erdem ji ber ku li dijî polîtîkayên sîstem li ser ciwanan ferz dike bi bîryarî disekinî bû hedefa dewletê û hate qetilkirin.

Çaliş bal kişand li ser berxwedana YPG û YPJ'ê ye li Kobanê li dijî çeteyan tê dayîn jî wiha axivî. "Ronahiya Aydinan dêriya me ronî bike. Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin. Li sînorê Kobanê ku mirovahî ji nû ve şîn dibe em bi ruhê şervanên YPG û YPJ'ê li hemû zanîngehan em soza têkoşîna xwe bimeşînin didin."

Xwendekar wê 2 rojan li sînor tevlî nobeta berxwedanê tê girtin bibin.