Xwendekar li Amedê rastî êrîşê hatin
Xwendekar li Amedê rastî êrîşê hatin
Xwendekar li Amedê rastî êrîşê hatin
Li Zanîngeha Dîcleyê bûyerên ku bi piştevaniya polîs û xwendekarên aligirên Hizbûllahê ku li dijî xwendekarên walatparêz destpê kir heta saetên êvarê berdewam kir. Polîsan xwandekarên ku xwestin heya ravestgeha navendê bimeşin di nav zêviyan de dorpêç kirin û herî kêm 9 xwendekar hatin binçavkirin.
Xwendekarên ku ji bo şermezarkirina êrîşa li ser hevalên wan li pêş avahiya Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê kom bûn û ders boykot kirin. Xwendekarên ku li ber Fakulteya Perwerdehiyê kom bûn bi tevlibûna xwendekarên fakulteyên din bi dirûşman heya Fakulteya Îktîsad û Ûnîteya Îdarî meşêk lidarxist. Bi hezaran xwendekar tevli meşê bûn. Piştî meşê xwandekarên ku xwastin ji vir de heya ravestgeha navende zanîngeha bimeşin. Lê rastî astengiya polîsan hatin. Xwandekar bi dirûşmên; "Dîcle goristan ji bo faşîstan", "PKK'ê gel ê gel li vir e", "Polîsên kujêr ji zanîngehe bicehimin" û "Dê em derkevin çiyan hesap bipirsin" bêrz kirin.
Polîsan, xwandekarên ku xwestin heya rawestgeha zanîngehe ya nawîn bimeşîn careke din ji aliyê polîsan ve hatin astêngkirin. Xwendekaran jî ji ber Fakulteya Îktîsad û Ûnîteya Îdarî, di nav zeviyan de ber bi ravestgeha navendî meşiyan. Lê li vir jî carek din xwandekar rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê hatin. Helîkopterekê polîsan jî di hewa de bûyer şopand. Polîsan gef li xwendekaran xwarin û dijûnan dan. Serê sibê 4 xwendekar hatin binçavkirin, di nav zeviyan de jî 5 xwendekar hatin binçavkirin û herî kêm 9 xwendekar di bin çavan de ne. Her wiha gelek xwendekar jî di nav zeviyan de ji aliyê polîsan ve hatin derpkirin.
Rojnemevanên ku zext û pêkûtiyên polîsan dikşandin jî rastî êrîşên polîsan hatin û hatin astêngkirin. Di navbera polîs û revebirên Rexistana DBP'a Amedê de nîqaş derketin.
Li zanîngehê alozî û dorpeçkirina polîsên Tirk ên bi wesayîtên zirxî berdewam dike.