'Xwediyê vê dozê dayik in'

'Xwediyê vê dozê dayik in'

Alîkara Serokê Giştî yê ESP'ê Fethiye Ok û Dayikên Aştiyê dan xuyakirin, ku gerîlayên HPG'ê berpirsyariyên xwe yên li pêşberî pêvajoyê bicih anîne û niha dor hatiye dewletê ku berpirsyariyên xwe diyar bike û bicih bîne.
Tevgera Jinên Azad a Demokratîk, vekişîna hêzên gerîla ya ji Bakurê Kurdistanê ji nêz ve dişopîne. Alîkara Serokê Giştî yê ESP'ê Fethiye Ok ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka bingehîn a şoreşa Tirkiyê ye, lewma nêzîkatiya li vê pirsgirêkê wê rêveçûna şoreşa gel a demokratîk û pêşeroja Tirkiyê diyar bike.

Ok da xuyakirin ku, pirsgirêka Kurd di cewhera xwe de pirsgirêka demokrasiyê ye û pirsgirêka bingehîn a siyaseta Tirkiyê û tevgera şoreşger e. Ok got, "Pêwîste dewleta Tirk ji bo çareseriya wekhev û demokratîk a vê pirsgirêkê bikeve nava hewldanan. Ji gelê Kurd re, di serî de mafê statuyê û mafê perwerdeya zimanê dayikê, hemû maf bê şert bên naskirin. Ev pêvajo pêvajoyeke danûstandinê ye."

Ok diyar kir ku, ji bo pêvajoya bi pêşengiya Ocalan destpê kir veguhere pêvajoyeke aştiyê divê deqwleta Tirk gavên berçav bavêjin û ev gavên mijara gotinê weha rêz kir: "TMK bê rakirin. Di serî de Ocalan hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Cerdevanî were rakirin. Vegera gundan bê şert û merc pêk were. Ji mirovên di dema şer de koç kirin re tazmînat bê dayîn. Di dema pêş de hemû astengiyên li pêşiya gotin, çalakî û rêxistinbûyînê bên rakirin. Pêkanîna van mijaran, ji bo aştiyeke demokratîk, bi rûmet û wekhev, gelekî girîgin."

Ok ragihand ku , pirsgirêka Kurd pirsgirêkek Rojhilata Navîn û Navnetewî ye û anî ziman ku di vê pêvajoya heyî de wê yekitiya netewî ya Kurdan xurtir bibe. Ok bal kişand ser qereqol û bendavên li Bakurê Kurdistanê tên kirin jî û got, "AKP zimanê xwe yê şer dewam dike. Çêkirina qereqol û bendavan, amadekariya şer e. Lê gelê me bi têkoşîna xwe ya salan, ev polîtîkayên dewleta Tirk pûç kiriye."
Alîkara Serokê Giştî yê ESP'ê Ok, bandora neyînî ya şer a li ser jinan jî nirxand û got, "Bi taybetî jinan di pêvajoyên şer de berdêlên mezin dan. Di pêvajoya aştiyê de jî, jin wê rola pêşengiyê bileyze."

'ÊŞA HERÎ MEZIN DAYIKAN KIŞANDIN'

Ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Amedê Nezahat Debe da xuyakirin ku, ji bo pêvajoya aştiyê biçe serî divê hemû gelên bindest bi hev re tevbigerin û got, "Divê em du qat ji berê bêtir kar bikin."
Debe bal kişand ser hevdîtinên aştiyê yên navbera salên 1999 û 2004'an û got, "Pêwîste em di her kêliyê de ji her tiştî re amade bin. Ji ber ku bawerî bi vê dewletê nabe. Eger îro aştî tê axaftin, ev bi keda gelê Kurd, gerîla û têkoşîna birêz Ocalan bûye." Debe bal kişand ser rewşa girtiyan jî û diyar kir, ku dewleta Tirk heta niha ti gaveke berçav neavêtiye. Debe got, "Emê heta ji me were pêvajoyê bişopînin. Ji ber ku êşa herî mezin me dayikan kişandin. Xwediyê vê dozê dayik in." Debe bal kişand ser hewldanên çêkirina qereqolên nû û destnîşan kir ku, hewldanên bi vî rengî baweriya wan ji dewletê dişkîne.

'DIBE KU EZ JÎ ROJEKÊ HESTIYÊN KEÇA XWE BIBÎNIM'

Endameke din a Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Cemîle Aygun jî bibîr xist ku, wê di şerê 30 salan de birayekî xwe û keça xwe wenda kiriye û got, "Me berdêlên mezin dan. Sirgun ne tiştekî hêsan e. Min gelek zehmetî kişand. Berdêla herî giran a şer, herî zêde jinan dan."
Aygun bal kişand ser wendahiyên di pêvajoyên berê yên agirbestan de rû dan û got, "Di agirbestên berê de zarokên me hatin kuştin. Birêz Ocalan rêyek ji bo aştiyê vekir. Ya girîng pêşvebirina vê rê ye." Aygun vekişîna hêzên gerîla jî nirxand û destnîşan kir, ku ew heta dawiyê li pişt zarokên xwe ne

Aygun, cerdevanî û çêkirina qereqolên nû weke bangek ji bo şer bi nav kir û got, "Divê rûmeteke şer jî hebe. Lê şerê li Kurdistanê bê rûmet e. Zarokên me dîl girtin û êşkence li wan kirin. Êşkence li cenazeyên wan kirin, sûcê şer kirin."
Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Aygun got, "Zarokên me barekî giran ji me re hişt û bang li ciwanan kir, ku cihê gerîla daiigirin. Aygun ragihand, ku keça wê di 12 saliya xwe de tevlî refên gerîla bûye, di sala 1997'an de li Zapê şehîd ketiye, lê cenazeyê wê nedîtiye û got, "Dibe ku rojekê aştiyeke bi rûmet û wekhev were. Dibe ku ez jî rojekê hestiyên keça xwe bibînim û bînim."

Endameke din a Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Guler Bûgday jî diyar kir, ku li gel kêfxweşiya xwe ya ji ber vê rewşa aştiyê di heman demê de ew xwedî fikar û gumanane û xwest êdî hêsrên dayikan bes birije.