Xizmên "Şehîd û Wendahî" yên Kurdistanê komele ava kirin

Xizmên "Şehîd û Wendahî" yên Kurdistanê komele ava kirin

Malbatên Şehîd û Wendahiyên Kurdistanê, li bajarê Elmanya Dortmundê konferansek lidar xistin û Komelaya Malbatên Şehîd û Wendahiyên Kurdistanê KOMAW ava kirin.

Di konferansa roja Duşemê de li gel sed delegeyan, nûnerên gelek saziyên Kurd û xizmên têkoşerên di Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane, amade bûn. Li salona konferansê wêneyên cangoriyên Kurdistanê hatin daliqandin û di kesayetiya Heqî Karer û şehîdên meha Gulanê de ji bo bîranîna hemû têkoşerên di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin. Dûre dîwanek ji serokê komeleyê Omer Elî, Hozan Comert û dayika Asya, hat hilbjiartin.

"DIVÊ EM XWEDI LI SAZIYÊN XWE DERKEVIN"

Serokê KOMAW'ê Omer Elî axaftina vekirinê ya konferansê kir û bal kişand ser girîngiya meha Gulanê ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û got, "Lihev kombûna me malbatên şehîdan di vê mehê de, gelekî girîng e. Ji ber ku Meha Gulanê ji bo me girîng e. Gelek kadroyên me yên pêşeng di vê mehê de şehîd ketin. Ji bo dilsoziya bi wan re, divê em xwedî li têkoşîn û saziyên wan ava kiirne, derkevin."

Ji nûnerên Civaka Azad Qehreman Ala jî di axaftina xwe de bûyerên dawî yên li Kurdistanê diqewimin nirxand. Ala got, "Eger îro têkoşîna me hatibe vê qonaxê, ev bi saya şehîdên me ye. Barê vê pêvajoyê giran e. Lê ev pêvajoya giran, wê di heman demê de azadiyê jî bi xwe re bîne."

Ala ragihand, ku divê pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin baş were fêmkirin û got, "Têkoşîna me ya li Rojava û li Bakur nîşan didin ku eger em bixwazin, emê her tiştî bi ser bixin. Ev yek jî berhemek projeya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê me ye. Ji lewra divê malbat û xizmên şehîdan xwe li vê pêvajoyê bigirin."

"LI ROJAVA ÊDÎ KURDISTAN HEYE"

Li ser navê PYD'ê Maha El Mûhamed axivî û destnîşan kir, ku deskevtiyên li Rojavayê Kurdistanê hatine qezençkirin, encama projeya Rojhilata Navîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. El Mûhamed got, "Li wî perçeyê Kurdistanê, bi pergala heyî re êdî Kurdistanek heye. Em li vê derê ne alîgirê rejîmê ne, ne jî alîgirê çeteyên çekdar in. Ji ber ku herdu alî şerekî derveyî ehlaqî dimeşînin. Emê nebin aliyekî vî şerê qirêj û bê ehlaq."

Li ser navê Civaka Îslamî  ya Kurdistanê Mele Şahî, li ser navê Saziya Alîkariyê Mûsa Şêxmûs, li ser navê Tevgera Jinê ya Kurd a Ewrûpayê Sîdem Amed, endamê Desteya Rêveberiya Înstîtuya Kurd Fewzî Ozmen, li ser navê YEK-KOM'ê Alî Akan, li ser navê Dildarên Jiyanê Zozan Akay, li ser navê TEV-ÇAND'ê Medya Mêrdîn, di konferansê de axivîn.

Nûneran di axaftinên xwe de gotin "Şehîdî, di hemû bawerî û nêrînan de xwedî cihekî pîroz e. Şehîdên me pîroz in. Ji ber ku ew sedema hebûna me ne. Divê em wan hertim bidin jiyîn."

JI BO KONGREYA KOMAW DELEGE HATIN HILBIJARTIN

Li dû axaftinan rapor hatin xwendin û xizmên şehîdan nêrînên xwe anîn ziman. di axaftinan hat destnîşankirin, ku divê komele xwe bigihîne hemû malbat û xizmên şehîdan. 
Di konferansê de ji bo kongreya yekemîn a KOMAW'ê ya 8'ê Hezîranê li bajarê Elmanya Hagenê, 22 delege hatin hilbijartin.