Gelê Asûrî-Suryanî yên li Rojava bûn hedefa barbariya çeteyên DAIŞ’ê, banga piştgiriya ji Fransa û DYA dubare kirin. Fransayê ku soza piştgiriya madî kir, tê xwestin ku DYA di têkoşîna li hember DAIŞ’ê de piştgiriya leşkerî bike.
Wezîrê Karên Derve yê Fransa Laurent Fabius bersiv da saziya alîkariyê ya bi navê Koordînasyona Xiristiyanên Rojhilat ên di bin talûkeyê de (Chredo), ragihand ku wê ji bo avakirina foneke navneteweyî piştgiriyê bikin. Bi vê fonê re wê cihên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê zerar dîtine, nexweşxane û dêr ji nû ve bên avakirin.
Chredo, xwest Fransa piştgiriya xwe bi awayekî hê zelaltir pêk bîne û destnîşan kir ku divê konferanseke ji bo fonên navneteweyî bên komkirin pêk were.
Serokê Giştî yê Chredo bi gelek mirovên oldar ên Xiristiyanan re daxuyaniyeke çapemeniyê da, têkildarî piştgiriya Fransa got, “Wê ev, ji bo Xiristiyanên Rojhilat ên naxwazin êdî li gundên xwe bimînin nîşaneyeke teqez be.” Karam got ku alîkariyên mirovî jî di nav de tiştên bên kirin divê zelal bibin.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Fransa li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hewldanan bike, ji bo bi sedema ‘Sûcê li hember mirovatiyê û qirkirinê’ serî li Dadageha Ceza ya Navneteweyî bide. Di daxuyaniyê de hat xwestin ji bo serlêdana Chredo ya li ICC piştgirî bê dayîn.
Di daxuyaniya ku gelek oldarên Asûrî-Suryanî û Ermenî amade bûn, bang li DYA jî hat kirin. Di konferansa çapemeniyê de ji bo dawîkirina barbariya DAIŞ’ê astengkirina koça Xiristiyan û Êzidiyan ji DYA hat xwestin ku hewldanên xwe zêde bike.