Xillo yê li benda emeliyatê piştî 5 rojan sewqî Meletî kirin

Xillo yê li benda emeliyatê piştî 5 rojan sewqî Meletî kirin

Ciwanê Kobanê yê bi navê Eso Salîh Xillo yê ku 5 roj berê leşkera bi panzerê serî wî perçiqand û tevî ku di pişt û piyê wî de hestiyên şkandî hene nedihat emeliyetkirin piştî rawestandina 5 rojan  bê ameliyat sewqî Beşa Travmatolojî û Ortopedî Peyikan û Lêkolîn a Zaningeha İnonu ya Meletiyê kirin.

Welatiyê Kobanê yê bi navê Eso Salîh Xîllo (25) yê ku 5 roj berê li gundê Boydê yê sînorê Pirsûs û Kobanê ji aliyê panzera leşkeran ve destpêkê motorsîkletê wî xistin û pişt re pelixandin, sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê hate kirin. Xillo ji ber di piyê wî û pişta wî de hestî şikestine divê bi lezgînî bê emeliyeta kirin lê 5 rojin li nexweşxaneyê didin rawestandin û emeliyeta wî nekirin û sedema wê nehat diyarkirin sewqî Beşa Travmatolojî û Ortopedî Peyikan û Lêkolîn a Zaningeha İnonuya Meletiyê kirin.  

Birayê Xillo Teyar Xillo diyarkir ku birayê wî ev 5 roj ji bo bê emeliyat kirin bê sedem hatiye rawestandin û wiha bertek nîşan da: "Dewlet hem li me dide, hem jî me terkî mirinê dike. Madem hûn emeliyat nakin çima me bela sebeb rawestînin. Heke dixwazin bikujin bila aşkera bêjin. Birayê min neha bimire ki yê hesabê wê bide?"