Xaniyên dîrokî yên Wanê tevlî dîrokê bû!
Xaniyên dîrokî yên Wanê tevlî dîrokê bû!
Xaniyên dîrokî yên Wanê tevlî dîrokê bû!
Xaniyên dîrokî yên Wanê ji ber betonarme û bêeleqebûna rayeran tune dibin. Midûriyeta çand Turîzmê û Walitiya Wanê ku li dijî mijarê bêeleqene bi xaniyê dîrokî yê li Keleha Wanê wek sembolîk çêkirine, îdia dike ku mîrateya çandî diparêzin.
Xaniyên dîrokî yên Wanê ji ber projeyên veguhetisna bajar û şîrketên yap-satê tune dibin. Bi taybet jî piştî erdhêja Wanê ya sala 2011’an xaniyekî dîrokî neman.
XANIYÊN DÎROKÎ NASNAMEYA BAJARÊ WANÊ YE
Endamê Mîvanê Rûmetê ya ÎMO GM’Ê Şemsetîn Bakir der barê mijarê de axivî û got ji bo parastina xaniyên dîrokî yên wanê bi dehan carî Walitiya Wanê hişyar kirine lê Walitî û Midûriyeta Çand û Turîzmê bi fikara turîzmê ji bilî xaniyê ku li keleha Wanê wek sembolîk çêkirine, tu tiştekî nakin. Bakir da zanîn ku xaniyên dîrokî yên Wanê nasnameya xweser ya Wanê nîşan didin û mîrateyên girîngin û got: “Nirxên vî gelî mixabin di bin navê veguhestina bajar de tên tunekirin. Der barê mijarê de bi dehan carî serlêdan kir lê tedbîr nehatin girtin. Dîroka me tê tunekirin.
DÎROKA KURDISTANÊ BI ZANEBÛN TÊ TUNEKIRIN
Aktîvîstê Eko-Genç Cevahîr Yîgît Boke jî got: “Di esasê de ev tenê Wanê eleqeder nake. Li her derê Kurdistanê texrîbatên cidî hene. Li Wanê rewş dijwartire. Ev jî berdewama polîtîkaya asîmîlasyonê ye. Asîmîlasyon tenê li ser ziman nayê kirin. Li ser xweza, dîrokê tê meşandin. Hinek xaniyên dîrokî hene lê tekî qedera wan hatiye kirin. Niha mekanîzmayek ku xaniyan biparêze tune. Rewş qet ne başe. Di vî alî de tiştekî ku em ji nifşê nû re bihêlin tune. Jibo vê şermê ji holê rabikin tiştên sembolîk tên kirin. Lê kavilên xaniyên Wanê hene.dikare ji van tiştek bê derxistin. Neçêkirina wan şerme.”