Wezîrê Pêşmergeyan: Daxwaza azadiya Ocalan, wezîfeyeke netewî ye
Wezîrê Pêşmergeyan: Daxwaza azadiya Ocalan, wezîfeyeke netewî ye
Wezîrê Pêşmergeyan: Daxwaza azadiya Ocalan, wezîfeyeke netewî ye
Wezîrê Pêşmegeyan ê Herêma Kurdistana Federal Şêx Cafer Berzencî, Alîkarê wî Hecî Osman û Berdevkê Hêzên Pêşmergeyan Cabbar Yaver û Wezîrê Zanîngehên Herêma Kurdistana Federal Dr. Elî Seîd Mihemed, tevlî kampanya îmzeyan a "Ji bo Ocalan Azadî" bûn. Wezîrê Pêşmergeyan Berzencî destnîşan kir, ku tevlêbûna vê kampanyayê wezîfeya herkesî ya netewî ye.
Ji bo kampanya îmzeyan a ji Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan re azadî, Wezîrê Pêşmegeyan ê Herêma Kurdistana Federal Şêx Cafer Berzencî, Alîkarê wî Hecî Osman û Berdevkê Hêzên Pêşmergeyan Cabbar Yaver û Wezîrê Zanîngehên Herêma Kurdistana Federal Dr. Elî Seîd Mihemed, mora xwe avêtin.
Heyetek ji Însiyatîfa Îmzeyan a ji bo Azadiya Ocalan Kawa Nadir Kadir û Elî Mehmûd, îro çûn serdana Wezareta Pêşmergeyan. Heyetê bi Wezîrê Pêşmegeyan ê Herêma Kurdistana Federal Şêx Cafer Berzencî, Alîkarê wî Hecî Osman û Berdevkê Hêzên Pêşmergeyan Cabbar Yaver re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Wezîrê Pêşmergeyan Şêx Cafer Berzencî malavayiya heyetê kir û got, "Tevlêbûna vê kampanyayê wezîfeya herkesî ya netewî ye. Birêz Ocalan yek ji lîderên Kurd e ku gelê Kurd wî weke lîder qebûl dike. Lewma divê azad bibe."
Heyet dûre bi Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan Enver Hecî Osman û Berdevkê Hêzên Pêşmergeyan Cebbar Yaver re rûnişt. Di vê hevdîtînê de Osman, ji ber tevlêbûna vê kampanyayê kêfxweşiya xwe anî ziman.
Berdevkê Hêzên Pêşmergeyan Cebbar Yaver jî piştî ku mora xwe avêt binê kampanyayê got, "Azadbûna birêz Ocalan ji bo serketina pêvajoya aştiyê gelekî girîng e."
Heyet dûre çû serdana Wezîrê Zanîngehên li Herêma Kurdistan Federal Dr. Elî Seîd Mihemed û li ofîsa Wezaretiyê pê re rûnit. Mihemed ji ber serdana heyetê spasiyên xwe pêşkêş kir û piştî kampanya azadî ji bo Ocalan mor kir weha axivî; "Xwestina azadiya birêz Ocalan, wezîfeyeke netewî û însanî ye. Birêz Ocalan bi salane ji bo azadî û aramiya gelê Kurd dixebite. Ji ber vê yekê ez gelekî kêfxweşim ku di kampanyayê de cih digirim."