Wezîrê Kurd yê Çandê piştgirî da kampanya ‘Ocalan’

Wezîrê Kurd yê Çandê piştgirî da kampanya ‘Ocalan’

Kampanya îmzeyan ya navnetewî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, îro Wezîrê Çandê yê Herêma Federal a Kurdistanê Dr. Kawa Mehmûd jî tevlî bûn. Mehmûd got; “Yek ji pêngavên herî girîng ya pêwîste dewleta Tirk bi avêje serbest berdana Birêz Ocalane.”

Kampanya komkirina bi milyonan îmzeyan ya navnetewî ya ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin, li Başûrê Kurdistanê eleqeyek mezin dibîne. Baskê ku kampanya navnetewî li Başûrê Kurdistanê birêve dibin, heyetek ji endamên Înîsiyatîfa Kampanya Îmzeyan Jibo Azadiya Ocalan Kawa Nadir û Serdar Star pêktê çûn serdana Wezareta Çandê.

Wezîrê Çandê Dr. Kawa Mehmûd ji ber serdanê sipasiya xwe pêşkêşî heyeta piştgiriya îmzeyan xwest û wiha got: “Pêwîste her kes piştgiriyê bide vê kampanyayê. Netenê ji Herêma Federal ya Kurdistanê, hemû kurdên li çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê jiyan dikin pêwîste piştgiriyê bidin û ji bo azadbûna Birêz Ocalan xebatê bikin. Birêz Ocalan yek ji serokên kurdane û ji bo azadiya gelê Kurd xebatê dike. Ji bo pêvajoya aştiyê ya di navbera Kurdên Bakûr û Dewleta Tirk de destpêkirî, bi gehe armancê û aştî pêkbê, yek ji pêngavên herî girîng ya pêwîste dewleta Tirk bi avêje serbest berdana Birêz Ocalane.”

Kampanya îmzeyan ya serê Gulanê li Başûrê Kurdistanê destpêkir, hedef dike ku milyonek îmze kombike. Serokwezîrê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû yekem serokwezîrê îmze avêtî. Tê gotin ku, hêjmara îmzeyên li herêmê hatine komkirin, ji sedhezaran borî ne.