Wezîr û du kurên wî ji bo Kobanê şer dikin

Wezîr û du kurên wî ji bo Kobanê şer dikin

Wezîrê Parastinê yê Kobanê Îsmet Şêx Hesen û du kurên wî bi hev re li her eniyên Kobanê cih digirin û parastina Kobanê dikin. Wezîrê Parastinê Hesen û her kurên wî yên şervanên YPG’ê gotin, “Kobanê ji her tiştî bi qîmetir e. Em ê ti carî Kobanê ji çeteyên DAIŞ re nehêlin. Bila ciwanên Kobanê jî werin û di şerê parastinê de cih bigirin.”

Modela civakî ya wekhev a kantona Kobanê bi berxwedana li hember çeteyên DAIŞ’ê re careke din derket holê. Yek ji wan mînakan malbata Hesen e. Ji dema ku êrîşên çeteyên DAIŞ destpê kirin, heta niha Wezareta Parastinê ku di nav şert û mercên zehmet de wezîfeya xwe dike, du kurên Îsmet Şêx Hesen ê bi xwe jî di nav berxwedana parastinê de cih digire, şervanên YPG’ê Kajîn û Dilgêş di nav refên YPG’ê de şer dikin. Xwarziyekî Hesen jî di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da.

‘EZ ŞADIYA KU BI KURÊN XWE RE DI NAV ŞER DE CIH DİGİRİM DIJÎM’

Wezîrê Parastinê yê Kobanê Îsmet Şêx Hesen diyar kir ku ji 15’ê Îlonê ve dema êrîşên çeteyên DAIŞ destpê kirin di nav berxwedanê de cihê girtiye, di wê pêvajoyê de wezîfeya xwe ya wezaretê jî dewam kiriye. Wezîrê Parastinê Îsmet Şêx Hesen anî ziman ku di êrîşên meha Tîrmehê yên li hember Kobanê de jî çeka xwe wergirtiye û çûye eniya şer wiha got, “Di vê êrîşê de jî, min çeka xwe wergirt û tevlî berxwedana parastinê bûm.”

Hesen got ku kurê wî Kajîn beriya wê di nav refên YPG’ê de cih girtiye û kurê wî Dilgêş jî di êrîşên dawî de tevlî YPG’ê bûye û bi hev re di nav şer de ne. Hesen diyar kir ku ji ber tevlî YPG’ê bûne bi her du kurê xwe serbilind û şad e ku mil bi mil bi kurên xwe re di parastina axa xwe de cih digirin.

‘AZADÎ JI HER TIŞTÎ QÎMETIR E’

Îsmet Şêx Hesen da xuyakirin ku xwarziyê wî Hogir di 15’ê Cotmehê jiyana xwe ji dest daye û wiha axivî: “Li Cezayir û gelek deverên cuda yên cîhanê gelan ji bo welatê xwe û azadiya xwe bi hezaran can dan. Em ê jî eger pêwîst bike ji bo parastina axa xwe bi hezaran can bidin. Dibe ku ew xwarziyê min û zarokên min bin. Her kesê li vir kur û keçên min in. Canê min û yên malbata min ji yên kesî ne bi qîmetir e. Ya girîng azadiya Kobanê û gelê Kurd e."

EM Ê KOBANÊ JI ÇETEYÊN DAIŞ RE NEHÊLIN

Kurê Hesen ê mezin Kajîn berî niha bi 3 salan tevlî YPG’ê bûye. Kajîn got ku li Efrînê dema li hember çeteyên El Nusra şer kiriye birîndar bûye, paşê jî hatiye Kobanê û li vir di nav berxwedanê de cih girtiye. Kajîn Hesen diyar kir ku ji dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li hember Kobanê destpê kirine, hema hema li her eniyê şer kiriye, di êrîşên dawî de jî bi bav û birayê xwe re li hember çeteyên DAIŞ têkoşîna xwe dewam kirine.

Kajîn Hesen got, “Em ê bi bav û birayê min re heta dawiyê di nav berxwedanê de bin, em ê ti carî Kobanê ji çeteyên DAIŞ re nehêlin.”

‘EGER PÊWÎST BIKE WÊ TEVAYÎ MALBATA MIN DI PARASTINÊ DE CIH BIGIRE’

Dilgêş Hesen jî da xuyakirin ku bi êrîşên dawî re biryara tevlîbûna nav refên YPG’ê daye û wiha axivî: “Di eniya rojhilat de tevlî şer bûm. Niha jî li ku derê pêwîstî hebe ez li wir di nav şer de cih digirim. Em bi bavê min û birayê min re Kobanê diparêzin. Qet ez nefikirîm ji Kobanê biçim. Em ê van xakan ji çeteyên DAIŞ re nehêlin.”

Dilgêş Hesen diyar kir ku car caran dema şer li hemû eniyan dijwar dibe ji bo bav û birayê xwe dikeve nav gumanan, lê ev guman ne li ser azadiya azadiya Kobanê ne.

Dilgêş Hesen destnîşan kir ku ji bo Kobanê eger pêwîst bike wê dayik, xwişk û birayên wî yên din jî di şerê parastinê de cih bigirin û ew bang li ciwanan kir, “Werin em bi hev re Kobanê biparêzin. Çûna ji Kobanê ne çareseriye. Ya herî rast û ya herî bi rûmet ev e ku mirov li vir ji bo azadiya welatê xwe şer bike.”