Wezîr û bîrokrat jî tevlî kampanya 'Azadiya Ocalan' bûn
Wezîr û bîrokrat jî tevlî kampanya 'Azadiya Ocalan' bûn
Wezîr û bîrokrat jî tevlî kampanya 'Azadiya Ocalan' bûn
Kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye her ku diçe belav dibe. Wezir û birokrat jî tevlî kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn.
Kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di serê meha Gulanê de li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê hat destpêkirin her ku diçe berfireh dibe. Kampanya ku li Ewropayê bi silogana "Ji bo Azadiya Ocalan 5 milyon îmza" hat destpêkirin li Herêma Federal a Başûrê Kurdisatnê bi armanca 1 milyon îmza berdewam dike. Niha jî Wezîrê Karê Diyanetê Kamîl Hacî Alî û Wezîrê Karê Avê Kamuran Ahmet Abdullah jî tevlî kampanya îmzeyan bûn.
Endame Heyeta Înîsiyatifa Kampanyayê Kawa Nadîr Kadîr, Alî Mahmut û Serdar Star, Wezîrên Karê Diyanetê, Wezîrê Karê Avê, Cîgrê Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Îmad Ehmet, Şêwirmendê Serowezîrtiyê Tuana Ehmed, Şêwirmendê Lijneyae Wezîran Xoşyar Hamed Sedik, Sekreterê Serokweziriyê Muhammed Abdurrahmen Karadagi, Berpirsiyarê Karê Suryaniyan Xalit Cemal Elbertiya, Berpirsiyarê Karên Êzîdiyan Xeyri Bozani, Berkevê Karê Diyanetê Merivan Mahmut Nakşibendî û Şewirmendê Wezareta Karê Avê Ferheng Mıhammed ziyaret kirin û tev li kampanya îzeyan kirin.
'EM DIXWAZIN BIBE SEMBOLA AŞTIYE'
Cîgirê Seroke Herêma Federal a Kurdistanê Îmad Ehmed ji ber ziyareta Înîsiyatifa Kampanya Îmzeyan spasiyên xwe anîn ziman û diyar kir ku, ew bi vê ziyaretê pir kêfxweş bûye. Ehmed anî ziman ku, ev peywirek neteweyî û mirovahî ye, her wiha piştgiriyê dide ku pirsgirêka Kurd bi riya aştiyane û demokratik çareser bibe. Ehmed diyar kir ku, ji bo azadiya Ocalan divê xebat bê meşandin û wiha got: "Serok Apo, ji bo kurdan xwedî cihekî taybete. Em hêvî dikin ku bibe sembola aştiyê."
Berdevkê Wezareta Karên Diyanetê Mervan Mahmut Nexşîbendî jî diyar kir ku, ew wekî wezaretê piştgiriyê didin kampanyayê û bawer dikin ku dê ruhê netneweyî xurt bike. Nexşîbendî da zanîn ku, ew hêvî dikin ku ev kampanya dê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasi yên Tirkiyeyê azad bike.