Wezareta Pêşmerge di derbarê vekişîna gêrîlayan de daxuyanî da
Wezareta Pêşmerge di derbarê vekişîna gêrîlayan de daxuyanî da
Wezareta Pêşmerge di derbarê vekişîna gêrîlayan de daxuyanî da
Wezareta Pêşmerge ya Hikumeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û ragihand ku, ew piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê ya di navbera PKK û dewleta Tirk de. Wezareta Pêşmerge da diyarkirin ku, herêma Qendîl û sêgoşeya di navbera Iraq-Îran û Tirkiye ji berê de di bin kontrola ti welatekî de nebû û niha jî wisaye.
Wezareta Pêşmerge ya Hikumeta Herêma Kurdistanê piştî daxuyaniya Hikumeta Bexdayê ya di derbarê vekişîna gêrîlayên HPG’ê bo Başûrê Kurdistanê bertek nîşanda û daxuyaniyek da. Wezareta Pêşmergeyan di daxuyaniya xwe de anî ziman ku, herêma Qendîl û sêgoşeya navbera Iraq, Îran û Tirkiyeyê berê jî ne di bin kontrola ti welatî de bû û niha jî wisane.
Wezareta Pêşmerge balkişande ser pêvajoya çareseriyê û wiha got; “Ji bo şer û pevçûn di navbera PKK û Tirkiyeyê de dernekeve û pirsgirêka Kurd bi awayek aştiyane were çareserkirin, ew piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê”.
Wezaretê destnîşan kir ku, li hember vê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd helwesta wan jî weke helwesta Serokatî û Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê ye.
Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di Newroza dîrokî ya Amedê de daxuyaniyek da û ragihand ku, ew piştgiriyê didin vê pêvajoya hatiye destpêkirin, her wiha weke Hikumeta Herêma Kurdistanê çi alîkarî pêwîst bike ew amadene. Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya dabû de anîbû ziman ku, pêwîste ev gav ne weke gavek demkî û textîkî bê dîtin, ev gav gavekî stratejîke ji bo çareserbûna pirgirêka Kurd.
Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di derbarê pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin daxuyaniyek dabû û anîbû ziman ku, “Em ji destpêkê ve piştgirî dibin vê pêvajoya aştiyê. Ji bo ev pêvajoy bi awayek baş bi encam bibe, em amadene hemû alîkariyan bikin.”