Wesayîta leşkerî qeza kir: 2 leşker birîndar bûn

Wesayîta leşkerî qeza kir: 2 leşker birîndar bûn

Li ser xeta sînor ya navçeya Akçakale ya Rihayê wesayîta leşkerî qeza kir. Di qezayê de Çawişekî Pispor giran birîndar bû.

Wesayîtekî leşkerî ya aydê Boluka Hidût ya Akçakaleyê, dema li ser sînor di dewriyeyê de bû qeza kir. Di qezaya rûdayî de Çawişê Pispor Huseyîn A. û leşkerekî din yê navê wî nehate zanîn birîndar bû. Çawişê Pispor yê giran birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Balikigol ya Rihayê, leşkerê birîndar yê din jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê. Hat ragihandin ku, xeteriya jiyanî ya Çawişê Pispor heye.