Wesayîta leşkerî li ambûlansê ket: 1 mir, 10 birîndar
Wesayîta leşkerî li ambûlansê ket: 1 mir, 10 birîndar
Wesayîta leşkerî li ambûlansê ket: 1 mir, 10 birîndar
Li navçeya Nisêbîn ya Mêrdîn wesayîta leşkerî ya zirxî û ambûlans li hev ketin û di encamê de nexweşê astengdar Abdulcebbar Îşnaç yê di ambûlansê de mir û 10 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku hatine wergiritin, qeza şeva din li nêzî bajarokê Girêmira yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê rûda. Ambûlansa ku ji aliyê Suat Olger ya plaqeya wê 73 AL 333 ku ji Şirnexê nexweş vediguhest Amedê, bi wesayîta zirxî ya leşkerî qelibî. Di qezayê de astsûbay Mesût Konlu, leşker Ehmed Guney, Ebdulrehman Ateş, Gokhan Yuksel, Osman Anlik û ajovanê ambûlansê Suat Olger, hemşîre Hasret Kara, Hacer Ebru Paçel, nexweşê astengdar Ebdulcebar Îşnaç, xizmên wî Metîn Îşnaç, Orhan Îşnaç birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Ji birîndarên rewşa wan giran Ebdulcebar Îşnaç jiyana xwe ji dest da. Dermankirina birîndarên din hate kirin û di derbarê qezayê de lêpirsînê destpê kir.