‘Werin em Dibistana Şehîd Mazlûm Dogan vekin’

‘Werin em Dibistana Şehîd Mazlûm Dogan vekin’

Xidir Ercan ê ji sala 2002'an û vir ve ji bo perwerdeya zimanê dayikê li ber xwe dide û ji ber polîtîkayên înkarê ev 3 sal in 6 zarokên xwe naşîne dibistanê, ji bo vekirina Dibistana Şehîd Mazlûm Dogan a li navenda Mêrdînê, ket nava tevgerê. Ercan bang li gel û saziyên Kurd kir ku bi hev re "Dibistana Şehîd Mazlûm Dogan" i Mêrdînê vekin.

Xidir Ercan, li dijî polîtîkayên tinekirin û asîmîlasyonê yên li ser çand û zimanê Kurd, ev 11 sal in bi dirûşma "Ji asîmîlasyona dewletê re na", çalakiyên bêîteatiya sivîl dike. Ercan, li bajarokê Mêrdîn Mensoriyê bi daxwaza perwerdeya zimanê dayikê ya ji bo zarokên xwe, di sala 2002'an de daxwaznameyek dabû Walîtiyê, lê ji ber vê daxwaza xwe 3 mehan li girtîgehê ma. Ercan li ser gefa polêsên sivîl neçar ma koç bike û niha heman têkoşîna xwe li navçeya Stenbol Zeytînbûrnûyê dimeşîne. Ercan zarokên xwe yên bi navê Mazlûm Dogan, Ocalan, Mahsûm Korkmaz, Bahoz Erdal, Şoreşger Bêrîtan û Dêrsim, ji sala 2010'an û vir ve naşîne dibistanê û di sala 2012'an de hewl da mala xwe bar bike kampa Mexmûrê. Lê bi têgihiştina ku divê têkoşîn li axa lê dijîn bê dayîn, hem li malê zarokên xwe hînî Kurdî dikin, hem jî ji bo Kurdî bibe zimanê fermî yê li Kurdistanê, bi daxwaza ji Kurdistanê re Statu, ji Ocalan re Azadî, çalakiyên xwe yên bêîteatiya sivîl dewam dike.

GEFA; EMÊ ZAROKAN JI TE BISTÎNIN

Ercan gelek caran ji Serokkomar, Serokwezîr, Wezîrê Perwerdeya Milî re daxwazname şand û balê dikşîne ser gelê lê hatine xwarin. Ercan tiştên bi serê wî de hat weha tîne ziman: "Bi serdema perwerdeyê ya sala 2010 an re, min zarokên xwe neşand dibistanê û li ser vê yekê du karmendên ji Muduriyeta Perwerdeya Milî ya Stenbol hatin mala min a li Zeytînbûrnûyê. Gef li min xwarin ku eger ez zarokan neşînim dibistanê, wê ji min bistînin. Lê li hemberî van gef û şantajan min serî netewand û ji daxwaza xwe venegeriyam. Vê carê min bi zarokan re li herçar aliyên bajêr, daxuyanî da çapemeniyê.

JI SEROKWEZARETIYÊ 600 TL LÊÇÛNÊN DADGEHÊ

Di 28'ê Sibata sala 2012'an de, bi daxwaza mafê perwerdeya zimanê dayikê, statuya ji bo Kurdistanê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, min nameyek ji Serokwezîr Erdogan re şand. Ji ber ku ti bersiv ji min re nehat, min li 17. Dadgeha Îdarî ya Enqerê li hemberî Serokwezaretiyê doz vekir. Dadgehê biryara reda dozê da û di ser de jî lêçûnên vekaletiyê yên 600 TL ji min xwest. Ji min re gotin eger di nava 30 rojan de ez vî pereyî nedim û dayîna pere ji Serokwezaretiyê re ranegihînim, ewê li dijî min dozê vekin. Ez jî bi rêya parêzerê xwe Huseyîn Bogatekîn li hemberî vê rewşê derket û pêvajoya huqûqî dewam dike."

JI DIBISTANA NÛRÎPAŞA, DOKÛMANEKE PÊKENOK

Ercan da xuyakirin ku ji ber 3 salan zarokên xwe ne şand dibistanê, di 9'ê Nîsana sala 2013'an de ji Dibistana Nûrîpaşa ya Seretayî ku zarokên wî Dêrsim, Mazlûm Dogan û Ocalan lê qeyidkirî bû, dokûmaneke balkêş hat û got, "Di vê kaxizê de dihat gotin, zarokên min ên 3 salin naçin dibistanê, bi tenê 13 rojan ji dibistanê mane û eger weha dewam bike, ewê wan ji dibistanê biavêjin. Haya dibistanê ji xwendekarê xwe tineye."

Ercan diyar kir ku mafê perwerdeya zimanê dayikê ne mafekî ji aliyê dewletê ve bê dayîne, mafekî ji çêbûnê ye û destnîşan kir, ku xeyala wî ya herî mezin li navenda Mêrdînê vekirina Dibistana Kurdî ya Şehîd Mazlûm Dogan e. Ercan anî ziman, ku ew amadeye xaniyê xwe bifiroşe lê ji bo vekirina vê dibistanê rewşa wî ya madî dest nade û banga alîkariyê li gel û saziyên Kurd kir.