Welatiyên hatin revandin, hatin berdan
Welatiyên hatin revandin, hatin berdan
Welatiyên hatin revandin, hatin berdan
Komîteya têkliyên ewlehî ya bajarê Efrînê ragihand ku welatiyên vê sibê ji aliyê Artêşa Azad ve hatibûn revandin, serbest hatin berdan.
Komîteya têkliyên ewlehî ya bajarê Efrînê ragihand ku welatiyên sivîl ku vê sibê ji aliyê komeke çekdar ya girêdayî Artêşa Azad ve li bajaroka Dartizê hatibûn revandin, serbest hatin berdan.
Li aliyê din Asayîşa bajarê Efrînê 15 çekdar serbest berdan ku beriya niha bendeke kontrolê li gundekî Kurdan danîbûn. Li ser daxwaziya welatiyên gund dewriyeke YPG’ê berê xwe da benda kontrolê û 15 çekdar girtin û radestî Asayîşa bajarê Efrînê kirin.
Endamê Komîteya têkliyên ewlehî ya bajarê Efrînê Fewzî Silêman, bal kişand ser hevpeymana ku di navbera Artêşa Azad û YPG’ê de hatiye îmzekirin ku eger aliyek dê tiştekî li derveyî herêma xwe bike divê vegere komîteya ewlehiyê berî bi gava xwe radibe. Di hevpeymanê de hate destnîşankirin ku eger nakokî ketin navbera wan divê herdu alî nêzî welatiyên sivîl nebin.