Welatiyekî Rojava ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da

Welatiyekî Rojava ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da

Welatiyên ji sînorê başûrê Kurdistanê derbasî navçeya Çelê dibûn yek ji wan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.

Li sînorê başûrê Kurdistanê 3 welatiyan hewldan derbasî derbasî gundê Aşîta yê Çelê ya Colemêrgê bibin. Hat ragihandin ku welatiyên bi navê Hasan Muslîm, Mustafa Muslîm û Harun Reşo yên ji Rojava ne hewl dan ku ji çemê Çeman derbasî gundê Aşîta bibin. Her sê welatî bi berfa dijwar û bahozê re rû bi rû man û Mustafa Muslîm ji ber sermê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Muslîm rakirin morga nexweşxaneyê. Muslîm û Reşo ji hêla gundiyan ve hatin rizgarkirin û şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê bibin. Piştî mudaxeleyê wan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hatin kirin.