Welatiyê wesayîta qeymeqam lê qelibî jiyana xwe ji dest da

Welatiyê wesayîta qeymeqam lê qelibî jiyana xwe ji dest da

Welatiyê bi navê Mehmet Acar ê 70 salî yê wesayîta ayîd Qeymeqamtiya Karazê lê qelîbî jiyana xwe ji dest da.

Wesayîta meqamê ya Qeymeqamê navçeya Karazê yê Amedê li nêzî avahiya BDP'ê ya Karazê li welatiyê bi navê Mehmet Acar ê 70 salî qelibî. Acar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Welatiyên şahidîniya bûyerê kirin diyar kirin ku, pira li ser riyên bejayî ya ayîdî Midûriyeta Rêyên Bejayî li gorî welatiyên astengdar û welatiyên pîr nehatiye çêkirin.