Welatiya Koreya Başûr Mîok An bi malbata xwe re li cem Kobanê ye

Welatiya Koreya Başûr Mîok An bi malbata xwe re li cem Kobanê ye

Welatiya Koreya Başurî Moîk An li hemberî berxwedana YPG û YPJ'ê û Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê bêhestiyarî nema û piştî demekê di nobeta berxwedanê de cihê xwe girt. An piştî vegeriya welatê xwe vê carê malbata xwe anî û hat û careke din tevlî berxwedanê bû. An û malbata xwe şev û roj di depoya alîkariyê de dixebitin.

 Piştgiriya ji berxwedana li Kobanê li hemberî çeteyên dijmirovahî tê meşandin sînoran nasnake û piştgiriya wê berdewam dike. Hinek kes nayên lê bi alîkariyan şandin piştgiriyê didin kobaniyan hinek gel jî tên Pirsûsê û bi dildarî di konbajar, depo û belavkirina alîkariyan de cih digirn. Ji wavn kesna yeke jî Moîk An a ku ji Koreya Başûr e. An li hemberî berxwedana YPG û YPJ'ê û Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê bêhestiyar nema û hate Pirsûsê. An piştî hefteyekê li Pirsûsê dildarî xebitî vegeriya û bi xizmên xwe jî bi xwe re anîn û çareke din hate Pirsûsê. An û malbata wê li depoyê der her karî dikin û diyar kirin ku dê hefteyekê li Pirsûsê bimînin.

An wiha got: "Ji rûniştinê û tu tişt nekirinê em fikirin bi xwe bên vir û hinek tiştan bikin, em hatin. Ji ber ku em dewlemend nebûn me alîkariya pere nekir lê em bi xwe hatin vir." An diyar kir ku di depoyê de şev û roj her karê didinê dê bike û dê bixebite.

Mîok An anî ziman ku ji bo Kobaniyan her roj dua dikir û li her cihê diçûyê mexduriyeta gelê Kobanê jiyîn vegot û ji bo şervanên YPG û YPJ'ê çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê paqij bike duayan dike.