Welatên Rojavayî ji Yemenê vedikişin

Piştî ku li Yemenê konsolosxaneyên DYA û Brîtanyayê hatin girtin, Fransayê jî roja Înê konsolosxaneya xwe girt, kontrola paytext Sanaayê ket destê Husiyan.

Piştî ku li Yemenê konsolosxaneyên DYA û Brîtanyayê hatin girtin, Fransayê jî roja Înê konsolosxaneya xwe girt, kontrola paytext Sanaayê ket destê Husiyan.

Piştî welatên Rojav xebatkarên xwe yên konsolosxaneyên Yemenê vekişandin, milîsên Husî ketin hundirê avahiyên konsolosxnaeyan û dest danîn ser tiştên konsolosxaneyan.

Piştî Husî rêveberiya paytext Sanaa xistin bin kontrola xwe, pevçûnan rû dan. Hate ragihandin ku gelek xwepêşandêr ji aliyê milîsên Husî ve hatine girtin.

EL QAÎDEYA YEMENÊ ZEND Û BEND BADA

Her wiha hate ragihandin ku El Qaîdeya Yemenê aşkera kir ku hêzên wan li başûrê welêt baregeheke girîng a leşkerî bi dest xistine.

Rayedaran da zanîn ku herî kêm 4 leşker  û milîtan hatin kuştin û 15 leşker jî dîl hatine girtin.

El Qaîdeya Yemenê li ser hesaba malpera xwe ya  Twitterê wêneyên baregeha ku alên wan li ser bûn belav kir.

Hefteya buhrî milîsên Şiî yên Hûsî rêveberiya paytext Sanaayê xistin bin kontrola xwe û zextê li Serokkomar Abdurabbu Mansur Hadî û hikûmet bi rêveberiya Xalid Mahfus Bahhah îstîfa bikin.