Waliyê Rihayê piştî du rojan ji gotina xwe vegeriya
Waliyê Rihayê piştî du rojan ji gotina xwe vegeriya
Waliyê Rihayê piştî du rojan ji gotina xwe vegeriya
Waliyê Rihayê Îzettîn Kuçuk ê beriya du rojan qebûl kiribû çeteyên DAIŞ’ê aliyê Tirkiyeyê bi kar anîne û li depoyên genim ên TMO’yê ne piştî du rojan ji vê gotinê vegeriya û ligel dîmenan gotina “ji wir êrîş nekirin” bi kar anî.
Çeteyên DAIŞ’ê di 29’ê Mijdarê ji axa Tirkiyeyê ketin Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bi wesayîta bombe barkirî êrîş pêk anî bûn ji ber ku YPG û YPJ’ê zû mudaxale kir wesayît teqiyabû. Dîsa çete li depoyên genim ên TMO’ê yê bi cih bûbûn êrîşî deriyê sînor kiribûn, piştî pevçûnên bi saetan berdewam kir bi berxwedana YPG û YPJ’ê hatibû şikandin.
Çeteyên ku li depoyên gerim û gundên Serxet û Etnameka Biçûk ên berê hatibûn valakirin bi cih bûbûn li gorî îdiayan ji aliyê leşkarên tirk ve bi wesayîtên bi zirxî hatibûn revandin. Pevçûnên ku bi dîmenên kamerayan hatin tespîtkirin, şahidên bûyerê û delîlên li cihê bûyerê bi awayeke zelal nîşan dabû ku êrîş ji ser axa Tirkiyeyê hatiye kirin.
Waliyê Rihayê Îzettîn Kuçuk jî heman rojê di hevdîtina xwe ya bi parlamenterê HDP’ê Îbrahîm Ayhan re pêk anî de îtiraf kiribû çeteyên DAIŞ’ê li axa Tirkiyeyê ne. Walî Kuçuk ê ji gotina xwe vegeriya daxuyaniyek da û înkar kir ku êrîş ji ser axa Tirkiyeyê hatiye kirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê walîtiyê de hate ev tişt hatin gotin: “Di demên dawî de li hin weşanên çapemeniyê yên nivîskî û dîtbarî û malperên înternetê de nûçeyên wekî çeteyên DAIŞ’ê ji depoyên aydî TMO’yê ne ya li hemberî Deriyê Sînor ê Murşitpinarê ye ber bi Kobanê gulebaranê dikin. Ev nûçe bi tevahî bêbingeh in û li herêma navborî her tim 4 wesayîtên zirxî yên aydî artîşê ne tên rawestandin. Ji ber vê yekê wekî kut ê îdiakirin nepêkan e mîlîtanên DAIŞ’ê bikevin herêma navborî. Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin.”
Hin weşanên çapemeniyê jî ligel dîmenên ku ev du roj in li herêma sînor tên girtin, baweriya xwe bi agahiyê çavkaniyên leşkerî tînin û hewl didin êrîşa ji axa Tirkiyeyê hatiye kirin veşêrin. Di nûçeyên ku dispêrin çavkaniyên leşkerî de tê îdiakirin ku êrîş wesayîtên welatiyên Kobanê yên li herêma navberê hatiye dizîn ve pêk hatiye.
Di nûçeyan de herêma ku wesayît lê disekinin jixwe axa Tirkiyeyê ye û heta ku axa Tirkiyeyê neyê bikaranîn çûna derî nepakan e jî nedîtî ve tê dîtin.