Waliyê Kerkûkê ji bo azadiya Ocalan îmze avêt

Waliyê Kerkûkê ji bo azadiya Ocalan îmze avêt

Di çarçoveya kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin, duh li Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm û endamên meclisa eyaletê jî tevlî kampanya îmzeyan bûn. Walî Dr. Necmedîn Kerîm bang li gelê Kerkûkê kir ku, tevlî kampanyayê bibin.

Heyetek ji înîsiyatîfa kampanya ji Ocalan re Azadî duh çû serdana Walîtiya Kerkûkê. Di serdanê de Walî Dr. Necmedîn Kerîm û endamên meclisa eyaletê tevlî kampanya îmzeyan ya ‘Ji Ocalan re Azadî bûn’ û îmze avêtin.

Walî Dr. Necmedîn Kerîm di serdana heyetê de axivî û diyarkir ku, ew pir keyfxweşin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê kampanya îmzeyan dane destpêkirin. Kerîm destnîşan kir ku, azadiya Ocalan dê sûdek erênî bide pêvajoya çareserî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê û wiha axivî: “Pêwîste her kes tevlî kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Birêz Ocalan hatiye destpêkirin bibe. Ez bang li gelê Kerkûkê dikim ku tevlî kampanyayê bibin.”