UNICEF: Li Sûdan a Başûr 14 hezar leşkerên zarok hene
Li gorî rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a li ser leşkerên zarok ên li Sûdan a Başûr weşand, li Sûdan a Başûr zarokên 13 salî tevlî leşkeriyê tên kirin.
Li gorî rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a li ser leşkerên zarok ên li Sûdan a Başûr weşand, li Sûdan a Başûr zarokên 13 salî tevlî leşkeriyê tên kirin.
Li gorî rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a li ser leşkerên zarok ên li Sûdan a Başûr weşand, li Sûdan a Başûr zarokên 13 salî tevlî leşkeriyê tên kirin.
Rapora di roja Duşemê de hat weşandin nîşan da ku hem hêzên hikûmetê hem jî hêzên li dijî hikûmetê, zarokan digirin leşkeriyê. Lê belê hêzên hikûmetê di mijara tevlîkirina zarokan li leşkeriyê de bêhtir bi bandor in.
Di raporê de her wiha cih ji vegotinên şahidan re tê veteqandin ku şahid dibêjin li pêş kampên Neteweyên Yekbûyî zarok tên komkirin.
Piraniya zarokên tevlî leşkeriyê tên kirin ji bajarê Malakal ê eyaleta Nîl a Jorîn e, ku şer bandor lê kiriye. Ev bajarê dewlemendê petrolê yê ji 21 hezar şêniyî, ev 14 meh in ji ber şerê navxweyî hema bêje bi temamî hatiye valakirin. Şêniyên bajarê Malakal, li kampên Neteweyên Yekbûyî jiyana xwe didomînin.
Dîrektorê Afrîkayê yê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Danîel Bekele got, "Tevî hemû sozên hatine dayîn jî hem hêzên hikûmetê hem jî hêzên dijberê hikûmetê zarokan dikin leşker û li qadên şer bikar tînin."
Rayedarên Hikûmeta Sûdan a Başûr jî îdîayên hebûna leşkerên zarok li nava artêşê, red dikin.
Li gorî raporeke din a Fona Alîkaiya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li Sûdan a Başûr 14 hezar leşker hene.
UNICEF'ê bi peymaneke bi hêzên dijberê hikûmetê re morkirî re, rê li ber serbestberdana 3 hezar leşkerên zarok vekiribû.
Aliyên li hemberî hev şer dikin, di sala 2008'an de li ser qedexekirina tevlîkirina zarokan li leşkeriyê û temenê leşkeriyê weke 18 salî diyar dike, peymanek mor kiribûn. Şerê navxweyî yê 14 meh in li welêt dewam dike, diyare ev peyman bi her du aliyan daye ji bîr kirin.
Şerê navxweyî yê 14 meh in li Sûdan a Başûr dewam dike, di Kanûna 2013'an de bi pevçûnên navbera alîgirên Serokdewlet Salva Kîîr û alîkarê berê yê serok Rîek Machar destpê kiribû.