UNICEF: 2014 ji bo zarokan bû saleke zehmet
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku çalakiyên revandina zarokan ji aliyê komên tund ên weke Boko Haram û DAIŞ'ê, li her devera cîhanê zêde bûne.

Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya Zarok û Pevçûnên Çekdarî Leîla Zerroûgûî di axaftina xwe ya roja Çarşemê ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de got, "Revandina jin û zarokan ji aliyê komên olî yên tund ve, taktîkeke şer a rêk û pêk e ku ji bo terorîzekirin, tepisandin û biçûkxistina tevahiya civakê tê bikaranîn."
Zerroûgûî ji Konseya Ewlekariyê ya ji 15 endaman xwest, ku ji bo parastina zarokên li qadên pevçûnê tedbîran bigire û li hemberî komên zarokan hedef digirin ambargoyên giran bixe meriyetê.
Ev axaftina li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, di demeke ku li ser revaniya 500 zarokan li bajarokê Damasak ê Nîjeryayê ji aliyê Boko Haram ve nîqaş dihat meşandin, hat kirin.
Di encama operasyona hevpar a artêşên Nîjer û Çadê ya di destpêka meha Adarê de pêk hat, bajarokê Damassak ê li ser sînorê Nîjerê ji Boko Haram hatibû rizgarkirin. Gelek ajansên nûçeyan duh ragihandin ku li bajarokê Boko Haram xwe jê vekişandiye, 500 zarok winda ne.
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEF da xuyakirin, ku 2014'an ji bo zarokan bû saleke giran û zehmet e. Li gorî rapora UNICEF a 2014'an li ser rewşa zarokan, di sala 2014'an de li Afrîka Navîn, Sûdan a Başûr, xaka Fîlîstînê ya di bin dagirkeriyê de ye, li Iraq, Sûriye û Ûkraynayê bi qasî 15 mîlyon zarok ketin bin bandora şer.