UÇK’iyên berê yên sûcên şer kirin, hatin darizandin

Li Kosovaya serxwebûna xwe ji Sirbistanê îlan kir, tevî fermandarên berê yên gerîla, 12 sal cezayê girtîgehê li gelek kesên berê sûc kiribûn, hat birîn.

Li Kosovaya serxwebûna xwe ji Sirbistanê îlan kir, tevî fermandarên berê yên gerîla, 12 sal cezayê girtîgehê li gelek kesên berê sûc kiribûn, hat birîn.

Di nav de fermandarên Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Kosovayê (UÇK) jî hebû li 11 kesî, bi sedema ku di dema şerê Sirp-Kosovayê de, sûcên şer kirine, cezayên girtîgehê hatin birîn. Ji bo hinek kesan heta 12 salan ceza hat dayîn.

Mîsyonê EULEX yê ji aliyê YE’yê ve bi armanca ku sûcên şer ên li Kosovayê hatine kirin, lêkolîn bike hate peywirdarkirin, daxuyaniyek da û diyar kir ku di navbera kesên cezayê girtîgehê girtine de, fermandarên berê yên UÇK’ê jî hene. Li gorî vê fermandarê berê yê UÇK’ê û şaredarê Srbîca Samî Luştaku ji sûcê ku kesekî sivîl kuştine, rastî 12 sal cezayê girtîgehê hatine.

Yek ji generalê berê yê UÇK’ê  ku heta sala 2013’an Sefîrê Kosovayê yê Arnavutlukê bû, Suleyman Selîmî jî 8 sal ceza girt.

9 endamên din ên UÇK’ê jî  ji ber sûcên li Girtîgeha Drenîca kirine, di navbrea 3 û 7 salan de ceza girtin.

Hat hînbûn ku endamên UÇK’ê  ji ber cezayê girtine wê biçin temyîzê.

Di 1998’an de di şerê Sirp-Kosovayê de gele sûcê mirovahiyê hatibûn kirin. Şer piştî mudaxaleya NATO’yê ya li hemberî Komara Yugoslavya (Sirbîstana îro) ya lîderê wê yê demî Slobodan Mîlosevîç bû,  di Tîrmeha 1999’an de bi dawî bibû.

Kosovayê di 2008’an de ji Sirbîstanê serxwebûna xwe îlan kiribû.