Uçer: Girtiyê nexweş Oztekîn nayê tedawîkirin
Uçer: Girtiyê nexweş Oztekîn nayê tedawîkirin
Uçer: Girtiyê nexweş Oztekîn nayê tedawîkirin
Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer der barê girtiyê bi navê Şevket Sanlav ê tê îdîakirin xwe kuştiye û Mehmet Oztekîn ê li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa M a Wanê dimîne bi armanca Bekîr Bozdag bersivê bide pêşnûmepirsek pêşkeş kir.
ÎDÎAYÊN ÎNFAZÊ
Uçer, diyar kir ku malbatê ji bo Sanlav gotiye, ‘Piraniya cezayê xwe kişandiye’’, ‘‘Ji jiyanê hez dikir’’ û ‘‘ne xwedî karaktereke ku xwe bikujê bû” û îdîayên ku tên gotin Sanlav di hucreya têde dima hatiye înfazkirin anî rojevê.
Uçer ev pirs li Wezîr Bozdag kir:
"Şevket Sanlav di dema ku di girtîgehê de bû, têkildarî mijarên ku rastî zext û kiryarên xerab tê ti serlêdan kirine? Eger hebin, ji bo astengkirina vê rewşê ti tedbîr hatin girtin? Têkildarî bûyera mirina Sanlav di çarçoveya îdîayan de ji bo ronîkirina bûyera mirinê hûn difikirin lêpirsîneke berfireh bidin destpêkirin?”
JIYANA GIRTIYÊ NEXWEŞ OZTEKÎN DIKEVE RÎSKÊ
Uçer li gel vê diyar kir ku rewşa tenduristiya girtiyê bi navê Mehmet Oztekîn ê nexweşiya Hepatît B pêre heye û piştî bûyera fîrarê ya li Girtîgeha Çewlikê şandin Girtîgeha Tîpa F a Wanê her diçe xera dibe. Uçer got ku di girtîgehê de nexweşiya Oztekîn giran bû û tevayî daxwazên wî yên ji bo tenduristiyê hatine redkirin.
'ÇIMA TEDAWIYA WÎ TÊ ASTENGKIRIN?'
Uçer, xwest Wezîr Bozdag bersivê bide van pirsan:
"Ji bo nexweşê Hepatît B Mehmet Oztekîn; sûdgirtina ji hukmên serbestberdana bi şert heta baş bibe, wê cezayê wî bê paşdexistin?
Mafê tedawîkirina wî li Girtîgeha Tîpa F a Wanê çima asteng kirin û çima tedawiya wî nayê kirin? Ji bo dîtina berpirsyaran hûn ê lêpirsînê vekin?
Cezayê disîplînê ya bi sedema bersiva neyênî ji daxwaza neqilkirinê re kengî û çima dane Mehmet Oztekîn?
Sedema qanûnî çi ye û însiyatîfa rêveberiyê mijara gotinê ye? Eger mijara gotinê be çima di lehê mahkûm de nayê bikaranîn?
Astengiya demboriya cezayên disîplînê li hember daxwaza neqilkirinê çiqas e?
Ji bo tedawiya mehkûmê nexweş hûn ê talîmatên pêwîst bidin?