Uçer: Çareserî bi Ocalan dibe

Uçer: Çareserî bi Ocalan dibe

Parlamenterê BDP'ê yê Wan Ozdal Uçer di şahiyek li Mêrsînê de bersiv da gotinên Erdogan ên digot "Vê çareseriyê em saz dikin". Uçer got “Mihatabê çareseriya vê pirsgirêkê hebe ew jî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdulah Ocalan e. Eger hêzek ji bo çareserkirina ve pirsgirêkê hebe ew jî gerilayên berxweder yên çiyayên Kurdîstanê ne"

Ji alîyê rêxistina BDP’a Tersûsê ve li taxa Tozkoparanê şahiyek gel hat lidar xistin. Parlementêrê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Endamê Meclisa Partiyê ya BDP’ê Cemil Elden, Hevserokên BDP’a Mêrsînê Halis Ernarîcî û Heybet Gêçkîn, Hevserokên navçeya BDP’a Tersûsê Ahmet Kızmaz û Cevahîr Çelîkten, endamên meclisa şarederîya Akdenîzê û bi hezaran welatî beşdarî şahîyê bûn. 
Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdan Uçer li vir axivî û ani ziman ku gelê Kurd gav bi gav digihije azadiya xwe. Uçer, da zanin kû bi ser navê çareser kirina pirsgirêka Kurd bi dehan caran dewletê agirbest ji PKK’ê xwestîye wisa axaftina xwe ajot: “PKK tevgerekê azadîyê ye, PKK tevgereke aştîxwaze jî. PKK’e û Serokê Gel her tim ev ani ziman: ‘Em ji bo azadîyê tevdigerin. Em mecbûr mane me çek girtîye destê xwe. Eger rêya siyasetê vebe em her tim ji bo aştîyê amade ne’. Her çiqas Kurdan gavê aştîyê diavêtîn, ewan digot, tirsiyan û xelas bûn. Bomberan û qetliam zêde kirin, siyaset qedexe kirin. Disa jî nekarîn iradeya gelê Kurd bişkinin. Nekarîn iradeya gelê Kurdîstanê bişkinin. Nekarin iradeya civanên Kurdistanê û serokê Kurdîstanê bişkinin. Erdoğan û dewlet samimi be jî ne samimi be jî mecbur maye iradeya gelê Kurd mihatab bigire” 

Uçer, gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘baweriya we bila li we hebe. Hûn ji xwe bawer bikin hûne azad bibin’ bibirxist û wisa axivi: “Em bi gelê xwe piştrast in, em bi Serokê xwe piştrast in, em bi tevgera xwe bi gerîlayên xwe piştrast in.”

Uçer, vekişîna gerîlayên HPG'ê ya ji Bakurê Kurdistanê jî nirxand û got, “Gerila diçe yê çawe bibe? Me her ji gel tim gelê xwe re digot gel jî ji mer digot: PKK’e gel e gel jî li vir e. Ji ber vê gerek hemû kes xwedî tekoşîna azadîyê derkeve. Erdogan, Fethulag Gulen, Bahçeli, Kılıçdaroglu digotîn operasyona bikin, siyasetê qedexe bikin. Gelek operasyonên leşkerî û nijadperestî kirin. Çiyayên Kurdîstanê bomberan kirin. Çi bu? Gerilayên Kurdîstanê berxwedan bilind kirin. Gotîn eger hûn şer dixwazin eva şerê te dikim, Tû jî bêminetî. Niha Erdogan dibêje, em çareserîyê çê dikin. Eger hûn çareserîyê çê dikin ev qetliamê bi salan e we çima çêkir? Mihatabê çareserîya vê pirsgirêkê hebe ew jî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdulah Ocalan e. Eger hêzek ji bo çareserkirina ve pirsgirêkê hebe ew jî gerilayên berxweder ên çiyayê Kurdîstanê ne. Eger îro Kurd azadiyê ji bo hemû gelên dinyayê dikin xelat ew saya şehîdên azadîya Kurdîstanê ye”

Pişti axaftîna, şahî bi diruşme, mûzîk û gevendê heta derengiya şevê dewam kir