Turk: Mejiyê dewletê hînê neguheriye
Turk: Mejiyê dewletê hînê neguheriye
Turk: Mejiyê dewletê hînê neguheriye
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk di axaftina xwe ya li Konferansa Aştî û Demokrasiyê de diyar kir, ku di mejiyê dewletê de ti guhertin tineye, lewma fikar û gumanên di vî warî de zêde dibin. Turk destnîşan kir ku ji bo çareseriyê têgihiştin û feraseteke nû pêwîste.
Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya bi beşdariya 500 beşdaran pêk tê, bi xwendina raporan û nirxandinên beşdaran ên li ser deklerasyona encamê dewam dike.
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk da xuyakirin ku piştî pêvajoyeke bi êş û giran, gotûbêjkirina aştiyê bi xwe jî gelekî girîng e û got, "Di feraseta dewletê de, ti guhertin nîne, ev jî me dixe nava fikar û gumanan. Lê gava mirov li berxwedana gelan û rewşa konjekturel dinêrin, tê dîtin ku guhertin divê were kirin."
Turk diyar kir ku divê mirov bi tenê weke pirsgirêka dewletê û PKK'e li mijarê nenêrin û destnîşan kir, ku ev têkoşîna demokratîk wê bandoreke mezin li gelên din jî bike. Turk ragihand ku gelê Kurd aktoreke girîngê û pirsgirêk jî veguheriye pirsgirêka tevahiya Rojhilata Navîn. Ahmet Turk anî ziman ku helwesta dewleta Tirkiyê rê li ber fikaran vedike û got, "Êdî dem hatiye Tirkiye bi Kurdan re rûnê. Hêzên demokratîk wê pêşî li pêvajoyê vekin. Eger ev pêvajo careke din ji dewletê re bê hiştin, dikare wenda bibe. Eger yên heta niha ji bo aştiyê ked dane, li dora maseya aştiyê ne amade be, navê vê nabe aştî. Ji lewre, gelek nuqteyên girîng hene ku beşdarên konferansê dikarin feydê li pêvajoya çareseriyê bikin."
"CÎHANEKE NÛ, FERASETEKE NÛ ŞERT E"
Turk da xuyakirin ku ya girîng serketina gelên Tirkiyê ye û axaftina xwe weha dewam kir: "Di bin navê hesasiyetên Tirkiyê de, gelê Kurd nikare were qurbankirin. Divê ev hesasiyet ti carî ji nedîtî ve neyê. Pêwîste em bi awayekî zelal nîşan bidin, ku ev yek têkoşîna edalet û huqûqê ye. Nîşan bidin ku ev têkoşîna hemû bawerî û nasnameyên li vî welatî ne. Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Tirkiyê ye, pirsgirêka herêmê hemû ye. Kurd sedema aramî û nearamiya Rojhilata Navîn e. Divê em bi cîhaneke nû, feraseteke nû û bi nêrîneke nû destpê bikin. Li pêşiya me firsen hene, divê em wan bibînin û bikar bînin."
Di konferansê de Prof. Dr. Mehmet Bekargolu axivî û diyar kir ku bi destpêkirina pêvajoyê û heya tu kêmanî û pirsgirêk nehatiye jiyîn ev yek başe û wiha got: "Divê ku ewil Aştî wê çawa pêk bê?, emê li Tirkiyeyê hiqûqek çawa çêbikin? bê niqaşkirin. Dibêjin çi bû ku em behsa aştiyê dikin. Mirov pir westiyan ji bona wê aştiyê dixwazin êdî. Li Colemêrgê dayiyekê wiha ji min re got 'Ev bi salane ku min xeber ji kurê xwe nedigirt beriya niha 3 mehan ez hîn bûm ku kurê min dijî. Ji min re got dê kengî were. Niha ji bo ku aştî pêk were enerjiyek pir xurt heye. Ev enerjî wê aştiyê pêk bîne."
Akademîsyen Betul Yarar jî axivî û da zanîn ku pirsgirêkên Tirkiyeyê pirsgirêkên civakîbûnê ye û wiha axivî: "Ez bawer dikim ku civakek dê bê îqnakirin. Divê ku em têkoşîna xwe jî bêxin li ber lêpirsînê. Divê em bi têkoşîna 30 salan re rû bi rû bibin. Pêwîstiya pêvajoya aştiyê bi arşîvkirinê heye."
Serokê Giştiyê ÎHD'ê Ozturk Tukdogan jî di konferansê de axivî û wiha anî ziman: " Ji destpêka sala 2012'an ji tasfiyekirinê berbi çareseriyê ve pêvajoyek ku hatiye destpêkirin heye. Divê ku teqez dipêvajoyek wiha de muzkere bên domandin. Divê ku hevdîtinên li Îmraliyê berdewam bikin. Divê ku xebatên dinavbera AKP, BDP yan partiyên din ên siyasî de jî bidomin. Ji bo ku ev pêvajo ber di serkeftinê ve bi meşe xebat bê xurtkirin. Mirovên me li girtîgehê hêj jiyana xwe ji dest didin. Divê ji bo vê yekê bikevin nava pratîkê de."
Seroka Giştiya Tevgera Kedkaran Sîbel Uzun jî axivî û got ku tekane mijara ku li ser lihevkirin pêvajoya muzkereyê ye û wiha got: "Ji bo ku ev yek berdewam bike divê ku hevpariyek hebe. Gelê kurd ev bi sala ne êşê dikêşîne. Divê li hemberî emperyalîzmê têkoşîna dayîn tenê ji bo kurdan neyê hiştin. Divê ku teqez kurd bitenê neyên hiştin. Divê ku em hemû bi hevre vê pêvajoyê bi hûnin."
Nivîskar û rojnameger Cemal Uşak jî anî ziman ku bi salan e aştî tê xwestin, lê heta niha neketiye meriyetê û wiha got: "Niha dîsa fersendek dîrokî ketiye dest. Divê ne tenê çek bên rawestandin. Divê bi hemû alî aştiyek mayinde pêk bê. Divê em aştiyek çawa û ji bo çi dixwazin. Heta niha gelek derew li civakê hatin kirin. Piraniya van derewan li ser mijara pirsgirêka kurd hatin kirin. Hişek hat avakirin. Ji bo înkakirina gel ev zahmet e lê divê divê xebatek bê beşandin. Yên esil mexdûr bûn kurd in. Divê em vê rastiyê bînin ziman.
Sekretera Jinê ya Egîtîm Sen'ê Esen Yilmaz jî anî ziman ku teqezç divê her kes di nava vê projeyê de cih bigire û wihagot: "Gelê kurd heta niha her tim ji bo aştiyek bi rûmet têkoşîn da."
Zaroka Mala Gel Oya Ersoy jî xwest êdî navê pirsgireka kurd rast bê lêkirin û wiha got: "Ev têkoşîna ku di vê pevajoyê de tê meşandin ev têkoşîna gelê kurd a nayê astengkirin e. Tu plalan AKP'ê ya aşityê tune bû. Tu çaresekiya AKP'ê tune bû. Em vê pêvajo zindî û çalak dibinin. Barikata 30 salan a herî mezin a şovenizmê ye. Ger ku ev barîkat ranebe dê di pêşerojê de talûkeyek mezintir çêke. Divê projeyên aştiyê û razemeniyê bên avakirin. Divê tenê çek bêdeng nebin. Divê di heman demê de rê li pêşiya demokratîkbûnê jî vebe. Divê bi lezgîn siyasetmedarên kurd serbest bên berdan. Di serî de AKP'e hemû îxtîdaran şer sor kir. Kuştina 3 jinên kurd a li Parîsê û Komkujiya Roboskê divê bi lezgîn bên ronîkirin û hesap bê pirsîn. Divê rê li pêş lîstik û kemînan neyê vekirin."
Prof. Dr. Ahmet Ozer jî diyar kir ku heke rûqalîbûneke pêk were divê ku ew ji amûrên îdeolojîk û ji berojavîkirinên nijadperset dûr be û wiha got: "Ji bo vê yekê jî ez avakirina jêrkomîsyoneke dikim. Divê ku Tirkiye di serî de bi Komkujiya Dêrsimê û hemû komkujiyan re hevrû bibe." Ozer anî zimna ku divê makeqanûna nû ya ku ew ê were çêkirin ji rûmeta mirovan re rêzdar be û axaftian xwe wiha domand: "Divê makeqanûn bi kodên xwerêveirina herêmî û xwedî nêrîneke sekuler be. Rêveberiyên herêmî divê ku ji nû ve werin sazkirin. Aliyeke din jî aliyê wekheviyê ye. Divê ku kurd jî xwedî heman mafan bin. Divê hewldaneke ji bo vê hebe. Divê cihêwazî neyê kirin. Şer hêsan lê aştî zehmet e."
Konferans bi axaftinên beşdaran dewam dike.