Tîmên mobîl ên YPG’ê: Em mafdar in, em ê qezenc bikin

Tîmên mobîl ên YPG’ê: Em mafdar in, em ê qezenc bikin

Tîmên mobîl ên YPG’ê ku li gundên Rojavayê Kobanê di dilê çeteyên DAIŞ’ê de bûne tirs, ji her temenî welatî di tîma mobîl de cih digirin.  Şervanên tîmên mobîl gotin: "Mirina çeteyên dagirker wê ji destê me be.” Kemal Simê yê 60 salî got: “Em axa xwe diparêzin. Ew dagirkerên ku ji aliyê anîne. Divê bê zanîn ku em mafdar in. Ji ber vê em ê qezenc bikin.”

Çeteyên DAIŞ’ê ku di 15’ê Îlonê de hewldana dagirkirinên li dijî Kobanê dan destpêkirin û li dijî şervanên YPG û YPJ’ê darbeyên giran li ser hev girt, dema dixwazin birevin an jî hêzên takviye bikin  darbeya mirinê ji tîmên mobîl ên YPG’ê digirin. Elî Remê yê 54 salî û Kemal Simê yê 60 salî ku di tîmên rojava de şer dikin, rojê bi dehan kîlometre rê dimeşin û berwedana ku nîşan didin ji ciwanan re dibêjin; “Werin em li vir in, em li her derê ne. Li gel me bin em bi hev re têbikoşin.”

EM AXA XWE DIPARÊZIN

Elî Remê yê 54 salî yê YPG’î, diyar kir ku axa xwe diparêze û ti der ne wek axa wan e. Remê da zanîn ku gundên Rojava ji çemê Firat heta gundên Zorava di bin kontrola wan de ne û li hemû gundan digerin û wiha berdewam kir: “Bila ciwanên me bên gundên xwe biparêzin. Dema çete dixwazin ji gundê me sewqiyatê bikin an jî şûnde vekişin em derdikevin holê û tune dikin. Divê ciwanên me jî bi me re bin. Divê em axa xwe biparêzin. Em yekîneyên parastina gel in û hemû rêyên ku çete bikartînin digirin. Em nahêlin çete rêyan bikar bînin, em Kobanê û axa xwe diparêzin. Dema çete ketin gundê me her tişt talan kirin. Li divê her kes tevlî yekineyên parastina gel bibin. Ne ew em bi hêz in. Mirina hemûyan wê ji destê me be.

EM Ê QEZENC BIKIN

Kemal Simê yê 60 salî jî got ew ji 1980’ê heta niha bi Tevgera Azadiya Kurd re dixebite û wî Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan kiriye mêvan û bi hev re xebat meşandine. Simê diyar kir ku demek dirêj li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dane, lê piştre zarokên xwe derbasî Pirsûsê kiriye û ew dîsa vegeriyaye û di tîmên mobîl ên YPG’ê de cih girtiye. Simê anî ziman ku gelê Pirsûsê jî Kurd e û ji wan re gelek baş bûne.

Simê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bila ciwanên me bên, bila bibînin ku ka çi dibe. Bila ciwanên me bi bo parastina axa xwe di nava YPG’ê de cih bigirin. Bila bên em bi hev re têbikoşin. Em jiyanê li çeteyan heram bikin. We hêza me dît. Ew dema ji gundê Xurxurê diçûn gundê Zorava, em derketin û me ew îmha kirin. Yên bihêz em in. Ew rêyên gundê me bikar tînin. Ji bo serkeftina Kobanê divê ev rê neyên bikar anîn. Em axa xwe diparêzin. Ew dagirkerên ku ji her alî hatine. Divê bê zanîn yên mafdar em in. Ji ber vê em ê qezenc bikin."

Nûçe-dîmen- wêne:Murat Çîftçî, Çagdaş Kaplan, Îbrahîm Polat