Tevî krîzê jî popularîteya Pûtîn li pêş e
Serokdewletê Rûsya Pûtîn tevî krîza aborî, pêkanîn welatên Ewropî yên ji ber Ûkrayna û gengeşeyên dîplomatîk jî di nav gel de popularîteya xwe diparêze.

Li gor lêkolîneke şîrketa FOM, Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtin tevî hemû astengiyan jî popularîteya xwe parast. Li gor lêkolînê eger vê Yekşemê hilbijartinek çêbibe ji sedî 75 welatiyên Rûsya ji bo serokdewletiyê wê dengên xwe bidin Pûtîn.
Li gor lêkolîna anketa têkildarî hilbijartinên serokdewletiyê encamên derketine ji bo Pûtîn rekoreke.
Yek ji encamên lêkolînê jî ev e ku gelên Rûsya ji bo rêveberiya welêt nota erênî daye Pûtîn. Ji sedî 86 gel rêvebirina Pûtîn a welêt erênî dibînin.
Rûsya ji meha Kanûnê ve di nav krîzeke aborî ya mezin de ye. Ji zivistana 2013-2014’an ve ji ber krîza Ûkrayna li hember Rûsya pêkanînên cidî yên aborî hene. Ev jî bû sedema krîza aborî.