Tevgera Pegîda ya nîjadperest wê tevlî hilbijartinên herêmî bibe

Tegera Pegîda ya dijberê penaber û Îslamê, ku di mehên dawî de li Elmanyayê gelekî li ser tê nîqaşkirin, roj bi roj qels dibe.

Tegera Pegîda ya dijberê penaber û Îslamê, ku di mehên dawî de li Elmanyayê gelekî li ser tê nîqaşkirin, roj bi roj qels dibe. Pêşengê Pegîda Lûtz Bachmann ku ji ber gotinên nîjadperestî yên lîderên wan desteka jê re kêm dibe anî ziman, ku ew ê di hilbijartinên herêmî yên 7'ê Hezîranê de bibin namzetê Şaredariya Dresdenê.

Tevgera di meha Cotmehê de bi navê Welatparêzên Ewropî yên li dijî Îslambûyîna Rojava (Pegîda) derket holê, ji ber nîqaşên nîjadperestî yên hefteyên dawî, qels dibe. Damezrînerê Pegîda Lûtz Bachmann ji ber parvekirinên xwe yên bi 'simbêlê Hîtler' îstifa kir û gelek organîzator jî ji ber nerazîbûnan diyar kiribûn ku xwe vekişandine.

Pegîda her hefte roja Duşemê li bajarê Dresdenê meşan lidar dixin. Ji van meşan ya 15. nîşan dide ku desteka raya giştî ya jê re kêm bûye. Pegîda ku di meha Çileyê de bi beşdariya 25 hezar kesî çalakî lidar xist, duh êvarê 4 hezar 300 kes kom kir.

Di çarçoveya çalakiyên ji aliyê baskên Pegîda yên bajarên din hatin lidarxistin de li Magdebûrgê 800, li Stralsûndê 200, li Chemnîtzê 250, li Nurnbergê 150 û li paytext Berlînê jî 170 kes beşdar bûn. Li bajarê Leîpzîgê ku bi meyla xwe ya çepgiriyê tê zanîn, bi tenê çend sed kes tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyên antî faşîst ên li dijî Pegîda de, li Dresdenê 400, li Magdebûrgê 700 û li Bremenhavenê jî 1000 kes amade bûn.

Pegîda ku xwedî tezên "Îslambûyîna Elmanya" û "Ji penaberan re toleranseke zêde tê nîşandan" e, rêveber û partiyên siyasî yên heyî bi 'xayîntiya welêt' sûcdar dike.

WÊ JI BO ŞAREDARIYA DRESDENÊ NAMZET NÎŞAN BIDE

Lûtz Bachmann ku damezrînerê Pegîda ye û beriya niha ji ber gelek sûcên edlî mehkûm bû, li dû îstifaya xwe duh di çalakiya Pegîda de bû. Bachmann bi navê 'serokê komîteya amadekar' a çalakiyên Dresdenê careke din vegeriya û diyar kir ku di dema pêş de ew dikarin tevlî polîtîkayê bibin.

Bachmann di axaftina xwe ya li çalakiya Dresdenê de da xuyakirin ku Pegîda wê di hiblijartinên herêmî yên 7'ê Hezîranê de ji bo Serokatiya Şaredariya Dresdenê namzet nîşan bide. Bachmann ragihand ku Pegîda ji bo hilbijartinê li ser 3 navan nîqaşê dimeşîne.