Tevgera leşkerî ya li Dêrsimê dewam dike

Tevgera leşkerî ya li Dêrsimê dewam dike

Liv û tevgera leşkerî ya li Dêrsimê dewam dike. Li Pira Êlihê ya nêzî Mal Cem jî polêsan nuqteya kontrolê çê kirin û dest bi kontrola nasnameyan kirin.

Tevgera  leşkerî  ya li geliyên Mûnzûr û Pilumurê ku ev 2 heftene heye, dewam dike. Her weha hat raginadin, ku polêsan li ser Pira Êlihê ya nêzî Mala Cem nuqteya kontrolê danîne û nasnameyan kontrol dikin.

Wekî din hat hînbûn ku li herêma avzêmkên Halvorî yên li ser rêya Pilurê û çemê Dinarê ye, hejmareke zêde leşker bicih bûne.