Tevgera leşkerî rê li ber fikaran vedike

Tevgera leşkerî rê li ber fikaran vedike

Komîsyona Şopandinê ya Şirnexê, ji liv û tevgera leşkerî ya di dema vekişîna gerîla de, fikar û gumanan dike. Heyetê da xuyakirin ku ji ber van fikarên xwe ewê biçin Sîlopiyê û rewşa li herêmê bi raya giştî re parve bikin.

Endamên Komîsyona Şopandinê ya Şirnexê, ji bo pêvajoya vekişînê bişopînin û hewildanên provakatîf tesbît bikin û bi raya giştî re parve bikin der barê xebatan de ji DÎHA'yê re axivîn. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê Mehmet Emîn Cengîzoglu, diyar kir ku komîsyona li Şirnexê hate avakirin ji nêz ve pêvajoyê dişopîne û tevgera leşkerî ya li sînor pêk tê dibe sedema gumanan. Cengîzoglu, anî ziman ku dê li Sîlopiyê li cihê herî zêde tevgera leşkerî pêk tê lêkolînan bike û bi raporekê bi raya gişt re parve bikin û têkildarî xebatan de wiha got: "Bi pêvajoya dest pê kir komên gerîla kom bi kom dest bi vekişandinê kirin. Li gorî agahiyên me ji çapemeniyê girtin li nuqteyên derbasbûnê yên sînor pirsgirêk hene. Li ser sînor nuqteyên leşkerî heye. Nuqteyên lêgerînê zêde bûne. Ev yek jî dibe sedema pirsgirêkan. Em jî weke komîsyona Şirnexê dê dest bi xebatên xwe bikin. Em weke komîsyonê dê li nuqteyên sînor bigerin û dest bi şopandinê bikin. Li gorî agahiyên me ji çapemeniyê û hemwelatiyan girtin li nokteyên sînor sewqiyata leşkerî dibe sedema pirsgirêkan. Ji bo ku ev yek rastin an na em dê biçin navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê û dest bi şopandinê bikin. Em weke komîsyonê dê çavdêriyên xwe bikin rapor û bi raya giştî re parve bikin."

Endamê Desteyaa Rêveber a Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî diyar kir ku agahiyên tevgera leşkerî wan bi guman dikin, helwesta leşker û cerdevanan a li hemberî pêvajoyê tenê wan na hemû welatiyan bi guman dike. Îrmez, anî ziman ku divê çêkirina qereqolên di vê pêvajoya vekişînê de bên rawestandin û herkes bi hesas tevbigerin.

Îrmez, da zanîn ku di dema vekişînê de ne tenê rêxistinên sivîl ên civakî hemû kes berpirsiyar e û wiha axivî: "Em jî weke komîsyon heta vekişîn bi dawî dibe emê bişopînin. Tenê ne em divê hemû welatiyên herêmê tevlî van xebatan bibin."