‘Tevgera leşkerî gûmanên me çêdike’
‘Tevgera leşkerî gûmanên me çêdike’
‘Tevgera leşkerî gûmanên me çêdike’
Dayîkên di konê çareseriyê de yê li Gundikê Melê nobetê digirin ji tevgera leşkerî û veguhestina leşkerî ya li herêmê bi gûmanin.
Piştî ku gêrîlayên HPG'ê dest bi vekişandinê kirin Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) li bajaroka Gundike Melê ya Şirnexê konên çaresariyê yê pêvajoya vekişandinê bişopîne ava kir. Dayîkên ku di konên çareseriyê de nobetê digirin derbarê pêvajoyê de gûmanên xwe anîn ziman.
Endama Înisyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Ayşe Saruhan bal kişand ser tevgera leşkerî ya demên dawî û wiha got: "Gerîla li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Heremên Qada Parastina Medyayê ve vedikişin. Lê pêr li şûna me tevgera leşkerî hebû. Her roj bi tang û topan di ber me de diçin. Ev jî bi me re gûmanan çêdike. Dewlet di demên borî de 8-9 caran me xapand. Ji ber wê jî dema em tevgera leşkeriyê dibînin, dikevin gûmana ku dewlet dîsa me dixapîne. Ji bo ku em pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dabû destpêkirin bişopînin hatin vêderê. Lê ev tevgera leşkerî dide xuyakirin ku dê pêvajoya aştiyê pêk neyê."
Saruhan anî ziman ku, divê ji îro şûn de divê herkes derkeve kolanan û banga aştiyê bike û wiha berdewam kir: "Divê gelê Kurd û û aliyên aşitî xwaz daxwaza xwe ya aştiyê li qadan, kolanan û zindanan bîne ziman û dengên xwe bilind bikin."
Piştî Saruhan Nunera Dayîkên Şemiyê û Dayîkên Aştiyê ya Cizîrê Emîne Gun diyar kir ku, ew ji bo aştiyê biparêzin hatine vêderê û wiha got: "Lê hêjî maşîneyên leşker di ber me de diçin. Em jî êdî naxwazin tu kes negirî û xwîn nerije. Bila êdî dilê me neşewite."