Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan 1’mîn Kongeransa xwe li darxist

Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan 1’mîn Kongeransa xwe li darxist

Li herêma Pişder, gundê Şerwêtê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan 1’mîn Konferansa xwe li dar xist.

Li herêma Pişder ‘Rizgê Meredo’ Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan 1’mîn Konferansa xwe duh 15’ê Gulanê li gundê Şerwêtê li darxist. Konferansê bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Ji aliyê endamê meclîsa Hemwelatiya Azad û Yeksan ya binarê Qendîlê Silêman Wertê ve gotina vekirinê hate kirin û ji aliyê endamê Hemwelatiiya Azad û Yeksan Şêx Mihemed ve jî gotinek di derbarê girîngî û wateya Tevgera Hemwelatiye Azad û Yeksan hate kirin. Di serî de jin, gelek kes di konferansê de amede bûn

Piştî nîqaş û giftogoyên dirêj yên di derbarê sîstema tevgerê de komisyonek hate hilbijartin ji bo ku meclîsa hemwelatiya azad û yeksan ya herêma Pişder derxînin. Di encama pêşniyar û dengdaneke bi rêbazên demokratîk helbijartin pêk hat û di encama helbijartinê de jî 4 ji wan jin, 17 endamên meclîsa Hemwelatiya Azad û Yeksan ya herêma Pişder hate derxistin.

Di konferansê de hîn zêdetir li ser sîstema Hemwelatiya Azad û Yeksan hate rawestandin û hate gotin ku, ev sîstem xwe dispêre civakê û ji civakê hêza xwe digire. Ji ber civakê çiqas xwe bi rêxistin kir ewqas bi hêz dibe. Her wiha tevgera hemwelatiya azad û yeksan di her alî de bi rewş û erdnîgariya Kurdistanê re di nava hevsengiyê de ye. Ji lewma jî em dikarin bi riya vê tevgerê gelek pirsgirêkên civakî yên heyî çareser bikin, ji ber ew modeleke nû ya avakirina civakê ye.

Di dawiya konferansê de hemû endamên meclîsê yên hatine hilbijartin derketin pêşberî beşdarvanên konferansê û di derbarê radeya ku wê tê de beşdarî kar bibin anîn ziman û careke din hemû kes bi wesîleya vê konferansê hatin pîrozkirin. Her wiha careke din endamê meclîsa hemwelatiya azad û yeksan Silêman Wertê di dawiyê de axivî û wiha got: “Divê her kesê ku di vê konferansê de amedebû bi taybet jî kesên ku hatine hilbijartin xwe di ber kar û xebata ku wê were meşandin de berpirsyar bibîne. Ji ber avakirina civakeke nû erkê me hemûyane û careke din em serkeftina vê konferansê li her kesî pîroz dikin.”