Tevgera gerîlayan ELN, çar jeolog berdan

Artêşa Rizgariyê ya Kolombiya ELN, a piştî FARC'ê duyemîn tevgera gerîlayan e, çar jeologên ku meha Sibatê desteser kiribû berda.

Artêşa Rizgariyê ya Kolombiya ELN, a piştî FARC'ê duyemîn tevgera gerîlayan e, çar jeologên ku meha Sibatê desteser kiribû berda.

Komîteya Xaça Sor a Navneteqeyî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku 3 zilam û jineke welatiyên Kolombiyayê, li bakurê rojhilatê welêt li qadeke bejahî hatine berdan.

Tevgera gerîla ELN, diyar kiribû ku wezîfedarên ji bo parastina çavkaniyên xwezayî di Serwîsa Jeolojî ya Kolombiyayê de dixebitin desteser kirine.

Kesên hatin berdan radestî heyeteke di bin banê Komîteya Xaça Sor de hatin kirin.

ELN bi Hêzên Artêşa Şreşger a Kolombiyayê re nîv sedsal e têdikoşin. Li gor rayedarên Kolombiyayî di navbera 2 hezar 500 8 hezarî de şervanên ELN hene.

Ji bo di navbera hikûmetê û ELN de amadekariyên diyalogê, Hezîrana buhrî hevdîtina fermî pêk hat. Lê heta niha rêya hevdîtinên aştiyê venebûye.

Rêxistina FARC’ê jî ji sala 2012’an ve li paytexta Kuba Havana hevdîtinên fermî dike. FARC yek alî û bêdem agirbest îlan kir. Hikûmeta Kolombiya jî 10’ê Adarê biryar girt ku ji bo mehekê bombardûmanê rawestîne.