TEV-DEM: Pêwîste Serokatiya herêmê bi berpirsyarî tevbigere

TEV-DEM: Pêwîste Serokatiya herêmê bi berpirsyarî tevbigere

Desteya Birêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê diyar kir ku, daxuyaniya li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê hatiya weşandin, Hikûmeta herêmê wek alî nîşan dide û dikeve çarçoveya bê berpirsyariyê. TEV-DEM᾽ê ji Serokatiya Herêmê xwest ku ji bo xizmeta berjewendiyên netewî bi berpirsyarî tevbigere û hesasiyeta demê di berçavan re derbaz bike.

Di daxuyaniya Desteya Birêveger a TEV-DEM hate diyar kir ku, ji bo avakirina sîstemek civakî ku bûye wek pêdiviyeke dîrokî pêwîstî bi hêz û îradeyeke mezin heye.Gelek alî nikararin hêz û rêxistina gelê Kurd ku di herêmê de bûye hêzeke rêxistinkirî ku hemû kes wê wek nimûne dibînin, qebûl bikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, ked û berxwedana gelê Kurd a 2 sal di nava şoreşa Sûriyeyê de bû cihê hêvî û nerîna hemû aliyan, her weha rêxistin û pêşengiya tevgera Kurd bi avakirina saziyên civakî, dadgehî, aborî û siyasî avakirin.

‘HINEK HÊZÊN SIYASÎ JI BO BERJEWENDIYÊN XWE BÛYER MEZIN KIRIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin: ᾽᾽Di 19᾽ê Gulanê de hêzên Asayişê komek bigûman ku bi qeçaxî dixwestin ji başûr derbasî rojava dibû girtin. Hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê ku bi erkê xwe yê parastina herêmê radibe, wek hemû sîstemên cîhanê hêzên asayişê bi erkê xwe yên qanûnî rabûn û ji bo ewlehiya herêmê û hemû pêkhateyên wê biparêzin tevgeriyan.᾽᾽ Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku, hinek hêzên siyasî ji bo berjewendiyên xwe bûyer mezin kirin û xwestin ji bo destwerdana di karê navxweyî ya Rojavayê Kurdistanê bikarbînin.

‘HIKUMETA HERÊMÊ XWE WEKE ALÎ NÎŞAN DA’

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku, di van 2 rojên dawî de bi zanebûn saziyên netewî yên Rojavayê Kurdistanê bûn hedef û gelek qal û qultên ji rastyiyê dûr li ser van saziyan û tevgera wan hatin weşandin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, tiştê ku bala mirov dikşîne helwesta Hikûmeta Herêma başûrê Kurdistanê ya ku pêwîste bibe sîwana yekîtiya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, mudaxele kir û xwe wek alî nîşan da û deriyê Sînor ê Sêmaka girtin û hêzên pêşmerga li ser sînorê Rojava belav kirin.

‘DERÎ HATIYE GIRTIN Û PÊŞMERGE HATINE BICIH KIRIN’

Desteya Birêveber a TEV-DEM᾽ê daxuyaniya xwe wiha dom kir: “Deriyê sînor ê Sêmalka ji aliyê hêzên Rojava ne hatiye girtin, lê Hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê derî girtiye û pêşmergeyên xwe li seranserî dirêjiya sînorê di navber Başûr û Rojavayê Kurdistanê belav kirine. Ji kiryarên hikûmeta herêmê diyar dibe ku tiştên me hêvî nedikir bibe kir û bi van kiryarên xwe dixwazin zext û zorê  li ser îradeya azad a gelê Rojavayê Kurdistanê bikin. Em wek TEV-DEM᾽ê heta dawî ji bo yekîtiya kurdan baldarbin û  Desteya Bilind a Kurd ku wek nûnerê fermî ya gelê Rojavayê Kurdistanê û saziyên wê yên bingehîn biparêzin.᾽᾽

TEV-DEM di daxuyaniya xwe de da zanîn ku, li Rojavayê Kurdistanê îradeyeke berxwedêr û bicesaret a gel hatiye damezirandin û ji bo avakirina sîstema demokratîk a pêşeroja azad û wek hev avadike têdikoşe, li aliyeke din hin aliyên ku ji aliyê gel askere bûne û bihincetên ne dicih de dûrketine û xwe ji tevlîbûna şoreşa civakî ku bûye beşek ji jiyana rojava dûrdixin.

Di daxuyaniya xwe de TEV-DEM᾽ê derbarê derbaskirina komên çekdar ji bo Rojavayê Kurdistanê wek binpêkirina peyman Hewlê rê ye û got:᾽᾽ Derbaz kirina komên çekdar a hundirê Rojavayê Kurdistanê, binpêkirina peymana Hewlêrê ye. Pêwîste hemû aliyên siyasî yên din piştgiriyê nedin kiryarên bi vî rengî û ji bo ewlehiya herêmê baldarbin û rê nedin komên çekdar derbazî Rojava bibin. Em hêvî dikin ku hemû alî biberpirsyarî nêzî binpêkirina hin aliyan bibin û helwesta xwe nîşan bidin. Em wek TEV-DEM᾽ê helwesta xwe ya hişk li dijî binpêkirina ji gelê xwe yê berxwedê re nîşan didin.᾽᾽

Di dawiya daxuyaniyê de TEV-DEM ᾽ê diyar kir ku, daxuyaniya li ser malpera fermî ya Hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê hatiye weşandin ji bê berpirsyarî hatiye û pêwîste serokatiya herêmê li gorî hesasiyeta herêmê û ji bo bercewendiya netewî bi berpirsyariyeke mizin nêz bibe.