TEV-ÇAND’ê Hunermend Mizgîn û şehîdên Gulanê bibîranî
TEV-ÇAND’ê Hunermend Mizgîn û şehîdên Gulanê bibîranî
TEV-ÇAND’ê Hunermend Mizgîn û şehîdên Gulanê bibîranî
Navenda Akademiya TEV-ÇAND’ê di 21’emîn salvegera şehadeta hunermenda şoreşger Şehîd Ozan Mizgîn de daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku di serî de şehîdên çand û hunerê, şehîdên meha Gulanê û şehîdên tevgera azadiyê bibîrtînin û carek din soza xwedî derketina li bîranîna wan didin.
TEV-ÇAND’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Di tekoşîna tevgera azadiyê de meha Gulanê meha şehîdên şoreşê ye. Di vê mehê de rengê rastiya berxwedana şehîdên PKK tê dîtin. Cewaziya zihnî, çandî, exlaqî û civakî, di vê watê de di rêbazê tekoşîn, girêdana civakî û fedakariya ku ji bo gelekî pêwîste em di rêbazê tekoşîna şehîdên meha Gulanê de dibînin. Meha gulanê ew meh e ku di warê çalekiya civakî, hest û raman de rastiya tekoşîna azadiya kurd bi her awayî dide raber kirin. Di vê mehê de tekoşerên pêşeng yen PKK bi berxwedaniya dîrokî ya çanda kurd textê mêtingeriyê hêjandin.”
DI MEHA GULANÊ DE AGIRÊ BERXWEDANÊ HATIYE PÊXISTIN
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Li hember serweriya heqîqeta çanda kurd û peyama serkeftinê ya azadiya kurd bi awayekî zelal di vê mehê de hate dayîn. Li zindan, kolan, çiya û li gelek deverên din agirê berxwedanê di Meha gulanê de hat pêxistin. Asta ku îro tevgera azadiyê gihêştiyê jî di encama van berdêlên mezin de çêbûye. Di her demsal, meh, roj û kêliyên tekoşîna azadiya kurd de wateyên pir mezin yên ku rê nîşanî jiyana rast didin hatine afirandin. Di encama giştî pêvajoya berxwedaNA li hember serweriyê de meha Gulanê wek ruhê tekoşîna azadiyê ku mirov nikare bê wê tekoşîn bike. Ango îlhama tekoşînêye ku di hestan de bilindbûna tolgirtinê, eşqa welatperweriyê, hêrsa azadiyê û rûmeta mirovahiyê weke şewqekî di vê mehê de diteyîse.”
ROJA ŞEHÎDÊN ÇAND Û HUNERÊ
Her wiha hat destnîşan kirin ku 11’ê Gulanê jî roja şehîdên çand û hunerê ye û wiha pêde çûn: “Ozan Mizgîn bi lehengî li Tatwanê şehîd dikeve. Hevala mizgîn, di temenekî biçûk de tevlî tekoşîna azadiyê dibe û bi awayekî aktîf tevlî xebatên şoreşê dibe. Li Êlihê mezin dibe û bi hevalê Mazlûm Dogan û bi hevalê Egît re xebat dide meşandin. Rixmê ku pir ciwane jî bi awayekî xurt tevlî xebata dibe. Piştî ku demek di xebatên qada Bakûr dimîne derbasî qada Lubnanê dibe û li gel Rêber Apo perwerde dibîne. Hevala Mizgîn hem ji ber dengê xwe yê xweş û hem jî ji ber temenê xwe biçûk ji alî Rêbertiyê ve ji bo rêxistinkirina Koma berxwedan tê peywirdarkiriû bi vê sedemê derbasî qada Evropayê dibe. Li Ewropayê bi Şehîd Sefkan re xebatên çand û hunerê dide meşandin. Di xebatên çand hunerê de pir bi bandor dibe û di rêxistinkirina ciwanên kurd de rolekî girîng dilîze. Gelek ciwanên kurd, ji hevala Mizgîn bi bandor dibin û tevlî tekoşînê dibin.
HUNERMEND Û PÊŞENGEK MEZIN BÛ
Dawiya daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Hevala Mizgîn hem bi dengê xwe û hem jî bi tekoşîna xwe ya di nav tevgera azadiyê de dibe ziman û mînaka tekoşîna me. Ango nasnama hunera şoreşgeriya tekoşîna kurd pênase dike. Şoreşgerek milîtantiya PKK îfade dike. Tenê ne hunermende, di hemû qadên şoreşê de di asta herî jor de tevlêbûnê dike. Qasî hunermendiya xwe fermandarek mezin, siyasetmedarek û pêşengek mezin bû. Di qada leşkerî de fermandarek mezine ku di dîroka tekoşîna PKK de cara yekemîn weke jinek kurd di asta fermandariyê de erk digre. Di qada siyasî, civakî û çandî de raperîna li hember mêjiyê desthilat û weke jinekî kurd pîvanên serweriya paşverû dişkîne. Di zanebûna tekoşîna azadiya jinê de rêxistinkirinên mezin dide çêkirin. Di sala 1987’an de pêşengiya avabûna YJWK’ê dike. Di dîroka xweser ya jin de rola hevala Mizgîn di asta pêşengiyê de ye. Di avabûna YJWK’ê de pêşengiyê dike û dihêle ku tekoşîna azadiya jina kurd heya roja me ya îro bê navber berdewam bike. Dema em hestên xwe bi deng û muzîka hevala Mizgîn bidine xwedîkirin wê demê emê karibin tekoşînek rast û jiyaneke rast derxin holê. Eger em vê bikin emê karibin wate, hest û mezinbûna hunera şoreşgerî ya kurd derxin zanebûnê. Di vê watê de em carek din di şexsê hevala Mizgîn de hemû şehîdên çand û hunerê bi bîr tînin û em weke rêxistina TEV-ÇAND’ê soza xwedî derketina li bîranîna wan didin.”