Testên aşiya ebola encam dan

Hat ragihandin ku di duyemîn de testa aşiya li hember ebola ya li Rojavayê Afrîkayê bû sedema ku 10 hezar û 200 kes jiyana xwe ji dest bidin encamên erênî derketin holê.

Hat ragihandin ku di duyemîn de testa aşiya li hember ebola ya li Rojavayê Afrîkayê bû sedema ku 10 hezar û 200 kes jiyana xwe ji dest bidin encamên erênî derketin holê.

Li gor daxuyaniya Enstîtuya Nexweşiyên Alerjî û Şewbê ya Amerîkî (NIAID), duyemîn testa aşiya li hember vîrûsa ebola hat pêşxistin jî qediya. Di çarçoveya testan de aşiyên li Lîberya li ser bi sedan kesan hat ceribandin ti rîskek nehatiye dîtin.

Tê ragihandin ku encamên ji testên dawî hatin bidestxistin û berê li DYA li ser 2 kesan hatin ceribandin hatine tesdîqkirin.

Li gor agahiyan yek ji testên ebola ya bi navê VSV-EBOV aşiyeke ku li laboratûvarên NIAID û GlaxoSmithKline ya Îngîlîz e, ya din jî ji aliyê şîrketa DYA NewLink Genetics li Kaanada lîsansa wê hatiye standin a bi navê  VSV-ZEBOV e.

Hat diyarkirin ku wê ew aşî di pêvajoya pêşiya me de wê li ser nêzî 500 nexweşên ebola bê ceribandin.

Li gor Rêxistina Tenduristiyê ya Neteweyên Yekbûyî (WHO), ev saleke li welatên Rojavayê Afrîka Lîberya, Sîerra Leone û Gîne heta îro 24 hezar kes bi vê nexweşiyê ketine. Ji wan kesan 10 hezar û 200 kesî jiyana xwe ji dest da.