Sûryaniyan plaketek spasdariyê da şaredar Demirbaş

Sûryaniyan plaketek spasdariyê da şaredar Demirbaş

Heyeteke Sûryaniyan ya bi navê  Meclisa Aramiyan ya Navnetewî  (World council of Armeans)  ji Awusturya û gelek bajarên din ji bo serdana herêmê hatibûn Kilîseya Dayika Meryem ziyaret kirin.

Li Kilîseyê civîneke çapemeniyê jî hate lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de şaredarê navçeya Sûrên Amedê Abdullah Demirbaş jî axaftina bixêrhatinê li mêvanan kir.

Demirbaş di axaftina xwe de got ku ew hatine mala xwe,  Demirbaş got: “bi koçkirina gelen sûryanî û eremenî ji ser vê axê me tavan winda kir. Ez nabêjim xwezî ev yek çênebûba lşê ez dibêjim em dikarin dîsa weke bere bi biratî bi hevre bijîn . Em tev bi hevre dikarin din ava vê bexçeyê rengîn ên gelen cuda de bijîn.”

Demîrbaş destnîşan kir ku her gelek li ser vê axê wekî guleke rengîn e û xwedî bêhn û xweşikbûneke taybete û wiha domand: “Ez rengîniya me zengîniya me ye.  Lêborîna ji van gelan wekî deynekî di stûyê me tavan de ye, divê em bi rastiya bi êş re rû bir û bimînin û em   lêborîna xwe ji van gelan bixwazin.  Armanca ew e ku aştiyê bînin ser vê axê û jiyaneke hevbeş a bi rûmet tev bi hev re bijîn. 

Ez wekî  kurdekî û misilmanekî çi mafan ji bo xwe dixwazim ez ji bo hemû gelen din jî heman mafî dixwazim.  Zimanê me baweriya me û ola me çi be bila bibe em dikarin bi hevre din ava aştî û xweşiyê de bijîn. 

Ev herêm wekî bexçeyekî gulên rengîne3 û her gulek xwedî taybetiyên cüda ye, xwedî bêhn û rengê cuda ye.”

Piştî axaftina Demirbaş, endamên heyetê plaketek diyarî Abdullah Demirbaş kirin û spasiya xwe ji van gotinên wî yên ku biratiya gelan û jiyana azad û wekhev di nava xwe de dihewîne anîn ziman.