Sûriye wê ji bo baregeheke din a deryayî destûrê bide Rûsan

Rejîma Sûriyeyê wê destûr bide ku Rûsya baregeha Tartûs a Sûriye ya ku dikeve rojhilatê Deryaya Spî, ku weke baregeheke leşkerî bi kar bîne.

Rejîma Sûriyeyê wê destûr bide ku Rûsya baregeha Tartûs a Sûriye ya ku dikeve rojhilatê Deryaya Spî, ku weke baregeheke leşkerî bi kar bîne.

Li gorî nûçeya Sputniknewsê, Serokdewletê Sûriyeyê Beşdar El Esad bi rojnamevanên Rûs re civiya û da zanîn ku ger rayedarên Moskowayê biryareke wiha bidin, ew ê destûr bidin ku Rûsya baregeha Tartûs a li rojhilatê Derya Spî weke baregeheke leşkerî bi kar bîne.

Esad got: “Di serî de li perav û lîmanên me, em hebûna Rûsan a li Rojhilatê Deryaya spî silav dikin.”

Li gorî Serokdewletê Sûriyeyê, hebûna leşkerên Rûsyayê li rojhilatê Derya Spî û gelek deverên din, wê ji bo pêkhatina hevsengiya piştî Yekitiya Sovyetê hilweşiyan, pêwîst be.

Beşar El Esad da zanîn ku divê rêveberiya Moskowayê bi xwe biryara karanîna baregeha Tartûsê bide.